Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin 2024-06-13 13:44:58   STENBOL - Di danişîna doza 6 rojnamegerên jin de ku ji ber piştevaniya bi Çapemeniya Azad re tên darizandin, dozgerî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ceza li rojnamegeran were birîn.    Rojnameger Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kuray û Esra Soybîr ji bo protestokirina operasyonên binçavkirinê yên li dijî Çapemeniya Azad, di 29’ê nîsana 2023’yan de li navçeya Kadikoy a Stenbolê çalakî li dar xistin. Rojnameger ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Derheqê rojnamegeran de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna doza rojnamegeran li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê hat lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn. Hevdîroktorê Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, ji parêzerên komeleyê Emîne Ozahasar û parêzerên rojnamegerên negirtî tên darizandin tev li danişînê bûn.    DOZGER XWEST CEZA WERE DAYÎN   Dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest her 6 rojnameger bên cezakirin. Parêzeran jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin.    Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 31’ê cotmehê kir.