Cenazeyê jina winda di Çemê Zapê de hate dîtin 2024-06-24 09:58:49   COLEMÊRG - Cenazeyê Kubra Gultekîn a li Colemêrgê ji duh ve agahî jê nedihate wergirtin, di Çemê Zapê de hate dîtin.    Cenazeyê Kubra Gultekîn a 20 salî ku li Colemêrgê ji duh ve agahî jê nedihate wergirtin hate dîtin. Hate îdiakirin ku Gultekînê duh danê nîvro li herêma Depînê xwe avêtiye Çemê Zapê. Di encama lêgerîna li vê herêmê hate kirin de cenazeyê Gultekînê hate dîtin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Cenazeyê Gultekînê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.