Di doza êrişa zayendî de tê payîn ku sibê biryar were dayîn 2024-06-24 16:12:57   WAN - Li Wanê danişîna doza derbarê cerdevan Bişar Atli yê bi sûcdariya êrişa zayendî ya li jina bi navê M.Ş. tê darizandin de hatiye vekirin de tê payîn ku sibê biryar bê dayîn.    Cerdevanê bi navê Bişar Atli li gundekî Elbak a Wanê di 15’ê tebaxa 2023’yan de jina bi navê M.Ş. revand û êrişa zayendî lê kir. Tê payîn ku danişîna biryarê ya doza Atli ku ji sûcê “Êrişa zayendî” tê darizandin dê sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê lidarxistin. Parêzerê M.Ş. Hadî Cîn ê têkildarî dozê axivî, banga piştevaniyê kir.    ‘DADGEHÊ ÇIMA BIRYARA XWE GUHERT?’    Cîn, biryara ku 6’emîn Dadgeha Ceza ya Giran daye bi bîr xist, wiha got: “Di her sê danişînan de jî dozger xwest ku girtina bersûc berdewam bike. Di danişîna dawî de dest ji guhdarkirina hin şahidan hate berdan. Vê yekê rê li ber fikarên ku biryareke adil nayê dayîn vekiriye. Lê fikara esas bi mutalaya ku dozger pêşkeşî dosyaya dozê kir derketiye holê. Vê mutalayê em matmayî hiştin. Bi yek carê de dadgehê û dozger helwestên xwe guhertin. Ev yek ji bo bêalîbûn û mafê darizandineke adil cihê fikaran e. Di vê navberê de çi qewimî em nizanin. Ji bo vê jî pêwîstiya ragihandina dozê ji raya giştî re derketiye holê. Sibê em li benda herkesê ne ku li dijî polîtîkaya necezakirinê werin eywana dadgehê.”