Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin 2024-06-30 14:08:55   ESKÎŞEHÎR - Jina bi navê Hatîce Usalan li navçeya Tepebaşiyê ji hêla Necmettîn Tepecîk ve hate qetilkirin.    Kesê bi navê Necmettîn Tepecîk (69) li navçeya Tepebaşi ya Eskîşehîrê teklîfa zewacê li Hatîce Usalan (57) kir. Usalan jî ev teklîf red kir. Li ser vê yekê Tepecîk dest bi tacîzkirina Usalan kir. Li ser vê yekê par ji bo Tepecîk biryara dûrxistinê û girtina tevdîran hate dayîn. Hatîce Uslan mala xwe û hejmara telefona xwe guherand. Usalan, duh meh berê jî bi kesekê din re zewicî.    Hatîce Usalan duh saet 06.00’ê de dema ji bo kar ji malê derketî, rastî êrişa Necmettîn Tepecîk hat ku li ber wê kêmîn danîbû. Uslan, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Necmettîn Tepecîk piştî cînayetê întîhar kir.