Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir 2024-07-01 09:45:20 XARPÊT - Yusra Bînnaz Çîmtay a ku bi êrişa Eyup Koca ve rû bi rû ma, piştî 9 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Aksaraya a Xarpêtê di 22’yê hezîranê de Enes Eyup Koca bi hinceta ku wê zarokê/zaroka xwe deyne cem Yusra Bînnaz Çîmtay ku demek beriya dev ji hev berdabûn, çû ber mala wê. Koca bi amûra birînê ku li cem xwe biribû êrişî Çîmtay kir. Li ser gilîkirinê tîmên tenduristiyê û polîs hatibûn cihê bûyerê û Çîmtay rakirin nexweşxaneyê. Bînnaz a ku 9 roj bûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.    Enes Eyup Koca yê êrişkar ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin