Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin 2024-07-06 14:25:39   MÊRSÎN - Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a di hevdîtina bi jinan re axivî, îşaret kir ku pêkanîna qeyûm bûye rejîmek û di serî de jî bandorê li jiyana jinan dike û got: “Qeyûm êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê, xeta me ya azadîxwaziya jinê hatiye kirine. Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin.”   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi tevlibûna siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel li Mêrsînê “Hevdîtina bi jinan re” pêk anî. Beriya aktîvîteyê Dayikên Şemiyê û nûnerên partiyê di ketina bajêr de Tûncel bi kûlîlkan pêşwazî kirin. Li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ku hevdîtin li wir pêk hat gelek jinan Tûncel bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” pêşwazî kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û nûnerên saziyên jinan û gelek jin tev li hevdîtina bi jinan re bûn. Di hevdîtinê de polîtîkayên qeyûman, pirsgirêkên rojane yên jinan û pratîka têkoşînê ya li dijî êrişên jinan hate axaftin.    ‘LI DIJÎ QEYÛM BERXWEDANEKE MEZIN HEYE’    Parlamenter Perîhan Koca ya di hevdîtinê de ewilî axivî, bal kişand ku ji mehekê zêdetir e li dijî xespa vînê têkoşînek tê meşandin û wiha got: “Em ji 3’yê hezîranê ve bi gotinên em nahêlin îradeya me were desteserkirin, şaredarî yên me ne di kolanan de ne. Em têkoşînê mezin dikin û li kolanan xwedî li îradeya gel li îradeya xwe derdikevin. Meşa li Wanê bi biryardariyeke mezin a Dayikên Aştiyê, hevrêyên me û gelê me tê meşandin. Li her dera welat li dijî pêla 3’yemîn a qeyûman berxwedaneke mezin tê kirin.”   ‘JIN BI BANDOR DIBIN’    Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a piştî Koca axivî, bandora polîtîkayên qeyûm a li jiyana jinan vegot. Tûncel, îşaret kir ku hinceta ewil a tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiyê ye û wiha got: “Hevserokatî, ji holêrakirina siyaseta mêrsalarî, destwergirtina jinûve ya di çarçoveya wekheviya jin û mêran e, tevlibûna jinê ya li mekanîzmayên biryardaryîn û bicihanînê, hebûna jinê ya li her qada jiyanê û temsiliyeta wekhev e. Ji ber vê yekê ewilî êrişî hevserokatiyê kirin. Tûncel, diyar kir ku hevserokatî ji bo jinan destkeftiyeke mezin e û destnîşan kir ku divê herî kêm weke xwedîderketina qanûna bi hejmara 6284’an xwedî li hevserokatiyê bê derketin û bersiva êrişan bê dayîn.     Tûncel a got ku “Hevserokatî tenê ne destkeftiya jinên kurd e” têkildarî girîngiya pergala hevserokatiyê ya li herêman bê pêkanîn ev tişt gotin: “Çima dema hevserokatiyê li navendê pêk tînin nabe pirsgirêk dema em di rêveberiyên herêmî de têxin meriyetê dibe pirsgirêk? Ji ber ku divê mirov xizmetê jî li gorî vê yekê bike. Ev tê wê wateyê ku herkesên li bajaran dijîn ji şaredariyan xizmeta wekhev digirin. Hevserokatî armanc dike ku van bajaran bike bajarên ku jin bikarin lê bêhnê bistînin. Rejîma qeyûm van hemû destkeftiyên jinan ji destê wan digire. Dema qeyûm cara ewil hat 43 saziyên me yên jinan hatin girtin, tenê nehatin girtin, mêr tayînî van hemû saziyan hatin kirin, sazî ji derveyî armanca wan hate bikaranîn.” Tûncel, anî ziman ku qeyûm êrişeke bîrdozî ku li dijî xeta azadîxwaziya jinê hatiye kirine û li dijî van êrişan banga têkoşînê hate kirin.