Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin 2024-07-11 09:29:30   WAN - Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oznûr Evîn diyar kir ku wan xebatên xwe yên ji bo Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil temam kirine û got ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî sepana JINKART'ê pêk anîne.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, xebatên xwe yên di warê jinan de didomîne. Biryarên Komîsyona Jinê yên di çarçoveya "herêmên azadiya jinê" de di meclisa şaredariyê re derbas bûn. Di meha hezîran û tîrmehê de ji bo jinan biryara "JINKART"ê hat dayîn. Her wiha ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinan bê girtin biryara pêkanîna "Butona Jin a Jînê" û çalakkirina "Stasyona Gava Ewil" hat dayîn.    Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oznûr Evîn, têkildarî xebatên di warê wekheviya zayendî û bajarên jinan axivî.    Evîn diyar kir ku wekî Komîsyona Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi çalakirina saziyên jinan ên ku qeyûm ew pasîf kiribûn dest bi kar kirine û got: "Em bi baldarî xebatên xwe dimeşînin. Ewilî me li rewşa saziyên xwe yên piştî qeyûm mêze kir û paşê me dest bi kar kir. Me gelek saziyên xwe yên ku hatibûn texrîbkirin û pasîfkirin, çalak kirin. Em saziyên xwe yên ku qeyûm wan girtibû yeko yeko çalak dikin."    XETA TUNDIYÊ   Evîn bibîr xist ku qeyûman "Alo Xeta Tundiyê", "Stargehên Jinan" û "Stasyonên Gava Ewil" girtine û got: "Niha em hewl didin pêşî 'Alo Xeta Tundiyê' vekin. Lê ji bo avakirina wê ewilî divê em stargehan ava bikin. Me hêla qanûnî ya vî tiştî çêkir. Em ê di nêz de stargehan ava bikin û paşê Alo Xeta Tundiyê çalak bikin."    JINKART   Evîn diyar kir ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî wê di nêz de JINKART'ê pêk bînin û bi vê projeyê wê her jin mehê 60 caran karibe bêheq li wesayîtên şaredariyê siwar bibe.    Evîn bilêv kir ku "Butona Jin a Jînê" ya ji bo pêşî li tundiyê bê girtin çalak kirine û got ku xebatên malpera WEB'ê ber bi dawîbûnê ve diçin. Evîn got ku vê xebata wan xebateke pirzimanî ye.    Evîn ji bo Stasyonên Gava Ewil jî da zanîn ku wê li 3 navçeyên navendî bên avakirin û wê li navçeyên derve jî Navendên Şêwirê yên Jinan ava bikin. Evîn bilêv kir ku jinên rastî tundiyê tên wê karibin bi rehetî xwe bigihînin van stasyonan.    MA / Rûken Polat