‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’ 2024-07-28 09:46:32   ÎZMÎR - Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ku têkoşîna Zenûbya ya Palmîra weke “Bajarê Jinan” di dîroka berxwedanê de nivîsandin dewr girtine, Jiyan Dêrik wiha got: “Dema jinan li dijî DAIŞ’ê şer dikir, li bajarê Zenûbyayê şehîd bûn. Lewma li kîjan devera cîhanê li dijî jinan êrişek hebe em ê li dijî wan êrişan bisekinin.”    Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 sal li pey xwe hişt û jinan ji hevesrokatiyê heta parastina cewherî, ji dîplomasiyê heta meclisan, aboriyê, daraz û perwerdeyê, di gelek qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin û mînakeke jiyana nû ava kirin. Yek ji rêxistiniyên ku hêza îradeyê ya di rêveberiyan de derdixîne holê jî Kombûna Jinan a Zenûbyayê ye.    Kombûnê xwe li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin kiriye û di 6’ê hezîrana 2021’ê de li Reqayê bi beşdariya 150 jinan bi kongreyê hat damezirandin. Kom, navê xwe jî Keybanûya Împaratoriya Palmîrayê Zenûbyayê digire. Zenûbya, mîna Keybanûya Misrê Kleopatra û Keybanûya Asuran Şammuramat (Semiramis), yek ji wan jina ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de bûye keybanû. Di navbera salên 267-234’ê de hukm kiriye. Zenûbya ku pêşî li Împaratoriya Romayê girt û di pirtûkên dîrokê de weke “Keybanûya şervan” tê bibîranîn, bajarê Palmîrayê weke “Bajarê Jinan” ava kir. Zenûbyayê bajarê Palmîrayê ku di sedsala 21’emîn de DAIŞ’ê xwest tune bike, di dîroka berxwedanê de bi cih kr. Di şerê li dijî dijminê jinan DAIŞ’ê de ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû hêvî û gelek jinên YPJ’î navê Zenûbyayê li xwe kirin.    TÊKOŞÎNA ZENÛBYAYÊ LI ROJAVA YE   Jinên ku li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor û li her deverê xwe birêxistin dikin û hewl didin şopa DAIŞ’ê tune bikn, li dijî zexta nêrza têdikoşin. Kombûn, bi xebat û kampanyayên xwe balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan, zewaca di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, qetilkirin, hevberdan, nefeqe, mîras, welayeta zarokan û hwd. û hewl dide çareseriyan peyda bike. Ji bo pêşxistina hişmendiya neteweya demokratîk gelek dewreyên perwerdeyê li dar xist û jinên ereb, kurd, çerkes, tirkmen, ermen, suryan û hwd. di nav de cih digirin. Kombûn, li Reqa û 4 bajaran meclis û 11 komîte ava kiriye û têkoşînê birêxistin dike û dibe dengê hemû jinan. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik têkildarî xebatan û bandora çêkirine bi ajansa me re axivî.    ‘DAIŞ’Ê XWEST ŞOPA ZENÛBYAYÊ TUNE BIKE’    Dêrik, bal kişand ser cihê Zenûbyayê yê di dîrokê de û bandora wê ya li ser herêmê û wiha got: “DAIŞ’ê xwest mîrasa têkoşînê ya Zenûbyayê ji jinan re hiştiye tune bike. Ji bo naskirina Zenûbyayê divê mirov li siyaseta wê binêre. Navê Zenûbyayê di dîrokê de çima ewqas bibandor e? Ji ber ku jineke biaqil e û serî neditewand. Hem ji hêla leşkerî ve hem jî ji hêla siyasî ve navekî girîng e. Du artêşên wê hene. Yek ya siyasî yek ya leşkerî ye. Jineke wisa ye ku nediket bin hukmê tu kesî. Parastina li herêmê dikir pir girîng bû. Zenûbyayê hem jin hem ciwan hem jî civak diparast. Lewma Zenûbya di dîrokê de bû hêviya gelek jinan.”    Dêrik, got ku ji bo têkoşîna Zenûbyayê bidomînin navê wê li kombûna xwe kirine û wiha domand: “Ji taktîkên şer heta siyasetê, Zenûbyayê mîraseke mezin ji neviyên xwe re hişt. Neviyên wê bi tecrûbeyên wê re şer kir û civak parast û di siyasetê de cih girt. Weke neviyên wê em hewl didin vê mîrasa wê zindî bihêlin. Em ê destûrê nedin ruhê Zenûbyayê tune bibe.”    'XEYALA ZENÛBYAYÊ LI ROJAVA PÊK TÊ’    Bi domdarî Dêrik anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zenûbya ji bo hemû jinan semboleke û wiha pê de çû: “Jinên li Rojava xeyalên Zenûbyayê pêk tînin. YPJ’ê têkoşîna Zenûbyayê li xwe girt. Jinên ji hemû neteweyan di nava YPJ’ê de cih digirin. Lewma DAIŞ’ê û çeteyên din ji ewil êrişî jinan û mîrasa wan kir. Li Reqa, Minbic û gelek deveran xelîfetî ragihand. Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî li dijî vê zîhniyetê hate avakirin. Jin, li dijî van komkujiyan bi meclisa xwe re ji bo jinan û civakê dibin bêhnek.”    Di berdewamê de Dêrik diyar kir ku ew bi xebat û têkoşîna xwe ji bo pirsgirêkên ciakê dibin çareserî. Dêrik, axaftina xwe wiha qedand: “Jin di her qadên civakê de tên zanekirin û ji bo pêşengtiyê bikin perwerde tên dayîn. Li Rojava ji ewil malên jinan û piştre jî meclis hatin avakirin. Niha li hemû bajaran koordînasyonên jinan û komîteyên wan hene. Jin di her qadê de xwe pêş dixin. Jin çiqas xwe nas bike ewqas azad dibe. Beriya şoreşê jinan nedikariyan xwe vebêjin û pirsgirêkên xwe bibêjin. Lê belê niha derdikevin qadan, xwe perwerde dikin û pêşengtiya civakê dikin. Jin li vir pir mezin têdikoşin û xizmetê ji gel re dikin. Jinên ji bakur û başûrê Kurdistanê, ji Ewropa û Amerîkayê hatin li dijî DAIŞ’ê şer kirin û li bajarê Zenûbyayê şehîd bûn. Lewma li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em ê li dijî êrişên ser jinan bisekinin.”    MA / Semra Turan