Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan 2024-07-31 13:13:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û Sîwana Meclisa Jinên Êzidî dê di 3’yê tebaxê de li gelek navendên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” dakevin qadan.    Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 3’yê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê” çalakiyan lidar dixin.   Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek hate dayin û wiha hate gotin: “Bi nêzîkbûna 3’yê Tebaxê re em rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo qirkirina DAIŞ'ê ya sala 2014'an li Şengalê li dijî civata êzidî kir, di salvegera 10'emîn de şermezar bikin, careke din dadikevin qadan. Em vê dema ku dewama polîtîkayên bênasnamehiştin, kolekirin, destdirêjî û zilma li êzidiyan e, bi hezaran carî şermezar dikin."   ‘ÊŞÊN HERÎ GIRAN JINANKIŞANDIN’    Daxuyanî wiha domiya: “Di vê komkujiyê de ku di bin serweriya DAIŞ’ê hate kirin, bi taybetî jinan êşên giran kişandin. Bi hezaran jin ên ciwan ên êzidî û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin. Ji 3548 jinên dîl hatin girtin heta niha tenê 1207 hatine rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta jinên winda nayê zanîn bê sax in an na, lê belê hêviya malbatên wan a ji bo dîtina wan, her wiha têkoşîna di vê oxirê de dewam dike. Ev qirkirina ku weke şerma herî mezin a sedsalê kete hişê me, ji bo me qirkirinek li hemberî tevahiya cîhanê û jinan e.   GEFÊN MEZIN DIDOMIN   Di salvegera 10'emîn a vê hovîtiyê de ji bo êzidiyan û hemû hindekariyên bindest, ji bo parastina azadî, wekhevî û edaletê em di nava piştevaniyê de ne. Ji qirkirinê û vir ve me dît ku li Şengalê jiyan, çand û civak tê tunekirin. Piştî vê komkujiyê ku lîderên wan û kesayetên girîng hedef hatin girtin û kuştin. Êzidî li hev kom bûn, ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin rêxistiniyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Tevî vê yekê jî gefê mezin li ser destkeftiyên wan hene.   PIŞTEVANÊ DAIŞ’Ê YÊ HERÎ MEZIN DEWLETA TIRK E   Dewleta tirk û hevalbendên wan di 9'ê Cotmeha 2020'î de ji bo tunekirina van rêxistinî û saziyên xwerêveberî û xweprastinê û jinûve bicihanîna sîstema xwe ya zordariyê, peymanek mohr kirin. Gelek caran dewleta tirk bi balafirên bêmirov êrişî xweseriya Şengalê kir. Dewleta tirk ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye, bi êrişên bi rêya ÎHA'yan sivîlan û zarokan dike hedef. Em biryardarî û soza xwe ya ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad dubare dikin ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengalî û Agît Civyan bû.   JI BO GELÊ ÊZIDÎ XWESERÎ ŞERT E   Ji bo gelê êzidî xweserî şert e. Em bang dikin ku li hemberî van êrişan yekitî bê kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê têkoşînê de piştgiriya me bike. Ji bo naskirina qirkirina ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de hate kirin û hesabpirsîna ji sûcên li dijî civaka êzidî em daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Gelekî girîng e ku DAIŞ û milîsên îslamî yên ji qirkirina civaka êzidî berpirsyar in ji kampan (Holê) bêne vekişandin û li welatên wan ên li Ewropayê ji ber encamên çalakiyên xwe bêne darizandin. Ji bo pêşî li êş û hilweşînê bê girtin, divê êrişên hewayî yên li ser Şengalê bêne rawestandin.   Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3'yê tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin. Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin."   DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN   Li gorî daxuyaniyê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:   Çalakiyên di 2'yê tebaxê de bêne lidarxistin;   Bremen Saet: 15.00 Cih: Am Marktplatz   Helsingborg Saet: 17.00 Cih: Gustav Adolfs torg   Çalakiyên di 3'yê tebaxê de bêne lidarxistin:   BELÇÎKA   Liege Saet: 18.00 Cih: Pêşiya Stasyonê   AWÛSTÛRYA   Viyana Saet: 18.30 Cih: Parlamento   ALMANYA   Saarbrücken Saet: 17.00 Cih: Europa Galerie   Frankfurt Saet: 13.00 Cih: Rathenau Platz   Leipzig Saet: 15.00 Cih: Augustusplatz   Stuttgart Saet: 14.00 Cih: Königstr./Ecke Marstallstr.   Düsseldorf Saet: 15.00 Cih: Platz des Landtages 1/Pêşiya Parlamentê   Berlîn Saet: 18.00 Cih: Bebel Platz/ Unter der Linden   Hannover Saet: 12.00 Cih: Steintor Platz/Am Steintor   Göttingen Saet: 12.00 Cih: Gänseliesel   Kiel Konê Agahdarkirinê Saet: 15.00-17.00 Cih: Europaplatz   München Saet: 15.00 Cih: Sendlinger Str. 8   SWÎSRE   Zürich Saet: 16.30 Cih: Helvetiaplatz   Lausanne Saet: 13.00 Cih: Église Saint-Laurent   SKANDÎNAVYA   Stockholm Saet: 15.00 Cih: Sergels torg   Kopenhag Saet: 13.00 Cih: Gammeltorv   Oslo Norveç Saet: 15.00 Ceh: Tønsberg Torv   INGILISTAN   London Saet: 17.00 Cih: trafalgar Square/WC2N 5DS   HOLLANDA   Amsterdam Saet: 13.00 Cih: Central- Station   FRANSA   Villers-le-bel ve Drancy Cih: Villers-le-bel Gar Saet: 18.00   Montes-la-jolie Stant û agahdarkirin Cih: Gar Saet: 17.00   Marsilya Saet: 10.00 Cih: Cenieber/Marsilya."