Meclîsa Jinan a Stenbolê çû serdana karkerên Flormar 2018-05-28 17:20:44   STENBOL- Meclîsa Jinan a Stenbolê, bi armanca piştevaniyê çû serdana karkerên Flormar ên bi hinceta endamên Sendîkaya Petrol-Îş ên ji kar hatin avêtin.    Meclîsa Jinan a Stenbolê, bi armanca piştevaniyê çû serdana karkerên Flromar ên bi hinceta endamên Sendîkaya Petrol-Îş ji kar hatin avêtin. Endamên Meclîsê jinên li ber Fabrîqeya Flromar a Herêma Sanayî ya Organîze ya Gebzeyê di çalakiyê dene ziyaret kirin û dovîzên “Hûnê tu caran bi tenê nemeşin” û “Karkerên Flormor ne bi tenê ne” hilgirtin. Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Fîdan Ataselîm di serdanê de axivî û wiha got: “Karkerên Flormar ji bo ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin. Îro li her   devera cîhanê jin qadan dije dikin. Ew jî weke we têdikoşin. Em ê bi hevre rê û rêbazan diyar bikin. 24’ê Hezîranê ji bo me şansek mezine.”   Serdan bi berz kirina dirûşmeya “Bi tena serê xwe rizgarî nabe, yan em hemû bi hevre, yan jî hîç…” bi dawî bû.