‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ 2024-08-03 11:54:52   ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî da û xwest ku 3’yê Tebaxê weke “Roja Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî” were ragihandin.    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî were ragihandin” hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin, li hemberî êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê têkoşîna “jiyana nû” didin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “10 sal bi ser qirkirin û jenosîda jinan a ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî êzîdiyan pêk anî re derbas bûn. Di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û 6 hezar jin û zarok hatin dîlgirtin û 400 hezar êzidî bi darê zorê hatin koçberkirin. Aqûbeta bi hezaran jinan hê jî nayê zanîn. Her wiha li dijî jinên êzidî destdirêjî hatiye kirin û jin di bazarên koleyan de hatine firotin û bi darê zorê baweriyên wan hatine guherandin.   Tevî hemû polîtîkayên qirkirinê jî jinan îro jî li Şengalê li hemberî êrişên li dijî jiyan û qadên jiyana wan xweparastina xwe pêş xistine û li dijî êrişên berdewam li ber xwe didin. Em vê yekê baş dizanin ku; hêzên ku îro li hemberî şengalê êrişan pêk tînin û hêzên ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê dikin, yek in. Û armanca wan hêzan ya hevpar destkeftiyên gelê kurd û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn e. Têkoşîna jinên êzîdî mezintirîn delîla vê yekê ye.   Binesaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de divê weke DYA, Kanada, Avûstralya, Îrlanda, Portekîz, Elmanya, Hollanda, Brîtanya, Belçîka, Keyaniya Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî qirkirina ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalên hatî pêkanîn, weke komkujiyê were qebûlkirin.   Girêdayî van yekan em bang dikin ku bila 3’yê Tebaxê ‘Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ were îlankirin.  Bi baweriya ji têkoşîna me ya azadiyê ya jinan re em têkoşîna jinên êzidî ya ku ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak silav dikin.”