TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand 2024-08-03 15:50:56 NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê bi daxwaza naskirina qirkirina DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk anî, ji serokkomarê Iraqê re nameyek şand.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê DAIŞ’ê li dijî civaka êzîdî hate kirin, ji Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Muhammed Cemal Reşît re nameyek şand. Name bi zimanên kurdî (Kurmancî, Soranî), erebî, tirkî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di nameyê de qanûna rizgariya jimare 8 (Qanûna rizgariyên êzîdî) ku di sala 2021'ê de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hate qebûlkirin, tawanên ku DAIŞ'ê li dijî civaka êzîdî pêk anîne, bi taybet Jin û sûcên li dijî mirovahiyê hatin bibîrxistin.    Di berdewamiya nameyê de wiha hate gotin: “Parlamentoya Iraqê di sala 2021'an de qanûna jimare 8'an a rizgarbûyên êzîdî derxist û sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka êzîdî bi taybet jî jinan weke ‘sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê’ qebûl kir. Meclisa we ji bo ronîkirina qonaxeke tarî ya dîrokê û bidestxistina mafên civakên me û ji bo heqîqetê gaveke giring û hêja avêt. Parlamentoya we bi vê qanûnê ne tenê jenosîda li dijî êzidiyan qebûl dike, di heman demê de bi diyarkirina tedbîr û kiryarên ku Komara Iraqê ji bo kêmkirina bandorên vê wêraniya ku li ser civaka êzîdî û mirovahiyê hatiye kirin, gava yekem a giring ji bo dadperweriyê davêje. Lê ne avêtina gavên şênber di warên wekî dîtin û darizandina sûcdaran, peydakirin û vegerandina êzidiyên revandî, lêkolîn û tesbîtkirina gorên komî û tesbîtkirin û vegerandina terman ji malbatên wan re, nirxa vê gava destpêkê ya ber bi edaletê kêm dike. Wek ku cenabê we jî dizane, ji bo ku sûcên jenosîdê dubare nebin û ji holê ranebin, şertê yekem, navê jenosîdê ye; mercê duyem ew e ku bi beşdarbûn û razîbûna mexdûran dadwerî bê sazkirin û rastî û serpêhatî bên eşkerekirin, ne di warê siyasî de, belkî li gor tiştên ku wan bi xwe vegotiye. Şertê sêyem jî ew e ku ji bo civaka êrişkar û pêkhateya wê ya civakî ji nû ve avakirina xwebawerî, rêxistinbûna hundirîn, berxwedan û hêza xwe ya afirîner ava bikin.    Tê zanîn ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinan beriya ku biqewimin gava herî giring hêza berxwedana navxweyî û mekanîzmayên civakan bi xwe ye. Di vê çarçoveyê de ku em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo radigihînin û bang li hikûmeta Iraqê dikin ku mafên gelê Êzîdî yên civakî-çandî û etno-dînî bi awayekî destûrî misoger bikin. TJA tevgereke ji bo azadiya jinê û edaleta civakî têdikoşe. Armanca me ew e ku em mafên jinan biparêzin û di hemû beşên civakê de wekhevî û edaletê pêk bînin. Koletî, destavêtin û kuştina jinan a ku DAIŞ’ê li ser jin û mêrên Êzîdî pêk aniye, ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ne. Pejirandina van tawanan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek jenosîd û erêkirina fermî ya vê hovîtiyê ye. Lê tevî vê naskirinê jî em dibînin ku ji bo garantîkirina ewlekarî û mafên civaka Êzîdî û pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk ên li ser berxwedana jiyanî û mekanîzmayên xwerêveberiyê û rêxistinbûna navxweyî ya gelê Şengalê, ti gavên berbiçav nehatine avêtin ku hewl didin xwe ji êrîşên nû yên qirkirinê biparêzin. Li ser wê yekê ku hîn zêdetirî çar hezar jinên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de dîl in, li ser platformên înternetê yên kûr tên firotin, û bi sedan zarokên Êzîdî ji nasnameya xwe bêpar in û di destê çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan de ne û gorên komî yên nû bi berdewamî tên dîtin. Zehmet e ku meriv wêrankirina mezin a ku li civakeke wisa nazik hatîye xeyalkirin. Divê civaka Êzîdî di bin garantiya destûra bingehîn de bê parastin. Nebûna statuya fermî ya herêma Şengalê, nahêle ku ev civak piştgirî û parastina pêwîst werbigire.   Birêz Serok, di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de, em ji we hêvî dikin ku ji bo bidawîkirina vê karesata mirovî û dabînkirina jiyana ewle û bi rûmet a civaka Êzîdî, gavên pêwîst bên avêtin. Em spasiya we dikin ji bo hesasiyet, baldarî û hewldanên we yên derbarê vê mijara giring de. Bi rêz û hurmet."