Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin 2024-08-11 14:13:04 ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di şîna Pinar Bayrak ku hatibû qetilkirin de axivî û wiha got: “Em bêçare nînin. Em ne mecbûrên malbatê ne jî mecbûrî zilam in.”  Jina bi navê Pinar Bayrak li Mêrsînê ji hêla Ziya Ecer ve ku bi mehra olî zewicîbûn, hate qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), li Şirnexê çû serdana şîna Bayrak. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di nav de gelek jinan piştî serdana şînê, li pêşiya mala Bayrak beriya were qetilkirin lê dijiya daxuyanî dan. Jinan, dovîzên “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Jin ne bi tenê ne" û "Bila destên ji bo jinan radibin bişikên” hilgirtin. Gelek caran jî dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.    Jinbiraya Bayrak, Neslîhan Bayrak di daxuyaniyê de wiha got: “Ji roja zewicî heta dawiyê tehde lê dihat kirin. Gelek caran destên wê şikandin. Êdî bes e ji tundiya li dijî jinan re. Min gelek caran jê re got ‘Pinar neçe.’ Lê digot; ‘Heke ez neçim dê min bijujin.’ Ne ji hezkirina xwe, ji tirsan diçû. Digot; ‘Gefan li min dixwin.’ Ev 3 meh bûn digot; ‘Dê min bikujin.’ Gelek caran reviya lê dîsa jî nekarî xwe xelas bike.”    'EM BÊÇARE NÎNIN’   Aslan a DEM Partiyî jî ev tişt anî ziman: “Di sala 2024’an de 200 jin hatine qetilkirin. Gelek jinên din mîna Pinar Bayrakê hatin qetilkirin. Em dizanin ku ev komkujî rasthatî nînin. Zîhniyeta baviksalar a malbatan, aqilê mêr ê serdest û polîtîkayên necezakirinê yên dewletê rê li ber van komkujiyan vedikin. Weke jin em bi tenê nînin. Em bêçare nînin. Em ne mecbûrî malbatê ne jî mecbûrî zilam in. Pinar di temeneke biçûk de hatibû zewicandin û ji wê rojê ve rastî zilma mêr dihat. Çîroka Pinarê çîroka bi hezaran jina ye. Em li vir careke din dibêjin; êdî bes e. Em ê êdî tu jinan qurbanî pergala mêrê serdest a malbatan nekin. Em ê xwedî li hemû jinên rastî tundiyê tên derkevin. Divê jin li dijî tundiyê xwedî li xwe derkevin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Heta edalet pêk tê jî em ê vê bûyerê bişopînin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Cînayetên jinan polîtîk in” bi dawî bû.