Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome 2024-08-12 15:08:30   ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê polîtîkayên îktîdarê yên destkeftiyên jinan hedef digirin rexne kir û wiha got: “Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome.”    Platforma Jinan a Enqereyê li dijî polîtîkayên îktîdarê yên jinan û destkeftiyên wan hedef digirin û li dijî cînayetên jinan, li pêşiya Wezareta Malbat û Xizmên Civakî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne malbatê jinan biparêze” hate hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên “Kem bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” û “”Jin, jiyan azadî” berz kirin.    Li ser navê platformê Buse Uçer daxuyanî da û wiha got: "Desthilatdariya ku jinan ji tundiya mêr naparêze û tundiya mêr pêş dixe, bi rêya darazê careke din jinan ceza dike. Pêleke din a êrişên li dijî destkeftiyên jinan jî derbeya qeyûm a li dijî pergala hevserokatiyê bû. Bi tayînkirina qeyûman, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê hewl didin pêşî li pêkanîna pergala hevserokatiyê bigirin. Pergala hevserokatiyê ku ji bo jin di siyasetê de bibe qonaxeke pir girîng a gotin û biryarê ye, di heman demê de ji bo avakirina şêwaza siyasetê ya jinê jî amûrek e. Êriş ne tenê li dijî pergala hevserokatiyê tê kirin, her wiha hemû qadên xebatê yên jinan ên ji aliyê şaredariyan ve bi rêya qeyûman hatine avakirin tên girtin. Navend û saziyên jinan ên li dijî tundiya li ser jinê yan tên girtin yan jî ji aliyê mêran ve tên birêvebirin û êdî ew nabin navendên jinan. Bi kurtasî hikûmet dibêje 'vegerin malên xwe!'   DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME   Hikûmet di avabûna civakî ya nû ya ku dixwaze biafirîne de 'malbata pîroz', 'jinek maqûl' û tundiyê li ser jinan ferz dike. Ew 'jinên maqûl' wek mijarên damezirîner ên pergala nû dibîne. Ji bo vê jî herî zêde êrişî jinan, têkoşîna jinan û femînîstan dike. Em jin jî careke din bi bîr tînin; em ê ne bibin girtiyên malbatên we û ne jî bibin 'jinên maqûl'. Bi kurtî, Pakêta Darazê ya 9'emîn yek ji wan pakêtên bêhejmar e ku ji bo jiyan û mafên jinan hedef digire û mêr û malbatê xurtir dike. Çawa ku ji berê heta îro me gotina 'Reîsê malê mêr e' qebûl nekiriye em niha jî qebûl nakin. Her wiha me hemû destkeftiyên xwe bi têkoşînê bi dest xistine, em ê li hemberî vê pakêta darazê jî bêdeng nemînin.  Em ê ji bo maf û jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin. Bijî hevgirtina jinan!”