TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin 2024-08-14 13:06:12   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA û DEM Partiyê bertek nîşanî hevşaredarên îstîfa kirin dan û wiha gotin: “Avkevir, Bêrecûk û Aviskê îradeya jin, ciwan û gel in. Banga me ji bo kesên li dijî vê îradeyê disekinin ev e; hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî îstîfayên hevşaredarên Avkevirê ya Agiriyê, Bêrecûk a Rihayê û Aviskê ya Êlihê daxuyaniyên nivîskî dan.    TJA’yê diyar kir ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de fikriyata hevserokatî û nûnertiya wekhev esas hatiye girtin û ji bo modêleke şaredartiya azadîxwaziya jinê û civakparêz xebat hatine destpêkirin. TJA’yê bal kişand ser hevşaredarên mêr ên Avekvir, Bêrecûk û Aviskê yên îstîfa kirin û got: “Di serî de jin, xiyanet li hilbijêrên Kurdistanê kirin.”    'EM Ê PERGALA HEVSEROKATIYÊ BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN’    TJA’yê da zanîn ku hevşaredarên îstîfa kirin li dijî pergala hevserokatiyê êriş dane destpêkirin û wiha domand: “Ev êrişên li dijî pergala hevserokatiyê, xizmetê ji faşîzmê, zayendperestî, yekperestî û olperestiyê dike. Lewma jî em ê têkoşîna xwe ya pergala hevserokatiyê hîn bêhtir birêxistin bikin û rê li ber van noker û dijminên jin û gelê kurd bigirin. Em ê destkeftiyên xwe bi qurbanî hesabên erzan nekin.”    MECLISA JINAN A DEM PARTIYÊ   Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî bi serenavê “Hûn dê li hemberî îradeya jinan têk biçin” daxuyaniyek parve kir.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kesên ku li Bêrecûk û Avkevirê bûn hevşaredar, ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî li dijî keda gel û jinan ji partiya me îstifa kirin. Îstîfa êrişên li dijî paradîgmaya me ya azadîxwaz, demokratîk û wekhev a jinan e ku di pêşengiya jinan de hatiye avakirin. Em dizanin ku êrişên li ser pergala hevserokatiya me û pergala nûnertiya wekhev pêk hatiye.   Em bi pergala sîstema hevserokatiyê; em ê îradeya jinan di hemû qadên jiyanê de bi hêz bikin, bi tevahî tevlibûna wan a di pêvajoyên rêveberiya bajêr de bimeşînin û feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk belav bikin. Li dijî êrişên li ser polîtîkayên xwe yên li ser bingeha hevserokatiyê, nûnertiya wekhev, azadiya jinê, civaka beşdar, piralî, demokratîk û ekolojîk ku bi ked û bedelên mezin me pêk aniye, em ê têkoşîna xwe bidomînin.    Kesê ku rêgezên desthilatdariya partiya me red bike û li ser soza xwe nesekine, nikare ne bi jinan û ne jî bi vî gelî re bimeşe. Çawa ku em destûrê nadin qeyûman, em ê rê nedin nêzîkatiya serdest a mêr. Şaredariyên Bêrecûk û Avkevir vîna jin, ciwan û gel e. Em bang li kesên li dijî vê îradeyê disekinin dikin; hûn ê li ber vîna jinan têk biçin.”