Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin 2024-08-14 16:19:14 STENBOL - Komeleya Dema Jinê, derbarê jinên kurd ên li Stenbolê dijîn de raporek amade kir û got: “Ji sedî 42’yê jinan bi tundiya derûnî û ji sedî 30,40’ê wan jî bi tundiya fîzîkî dibînin. Ji sedî 54.7 jin jî dixwazin bi kurdî agahiyan bigirin.””  Komeleya Dema Jinê, rapora xwe ya “Xwegihandina mekanîzmayên serlêdan û şopandinê yên rêveberiyên herêmî yên bi zimanê dayikê, yên jinên kurd ên li Stenbolê dijîn” aşkera kir. Bi 75 jinên ku li navçeyên Sultanbeylî, Beygolu û Bagcilara Stenbolê dijîn re hevdîtin hat kirin û li ser vê yekê rapor hat amadekirin. Rapora ku hat amadekirin diyarî Fatma Altinmakas a ku di 14'ê Tîrmeha 2020'an de li Milazgira Mûşê hat qetilkirin, hat kirin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZAYENDPERESTÎ Û CIHÊKARIYÊ   Di raporê de hat diyar kirin ku dê li dijî polîtîkayên newekhevî û gotinên zayendperestiyê dê têkoşîna xwe ya maf bidomînin û wiha hat gotin: “Bi 75 jinan re hevdîtin pêk hat. Ji sedî 54,7 jin li derve kar nakin û tenê li mala xwe dixebitin. Jinan di hevdîtinan de diyar kirine ku di şert û mercên kar de newekheviyek li hemberî jinan heye.    BAWERIYA SAZIYAN KÊM BÛYE   Ji sedî 42 jin ji tundiya derûnî û ji sedî 30,40 jin jî bi tundiya fîzîkî re rûbirû dimîne. Herî zêde jî bi şîdeta hevjînê xwe re rûbirû dimînin. Ji sedî 83,9’ê jinan dema şîdetê re rûbirû dimîne serî li saziyan dide. Ji sedî 16,1’ê jinan jî serî li saziyan nadin. Ji ber ku baweriya xwe bi saziyan naynin.    CIHÊKARÎ LI JINÊN BI KURDÎ DIAXIVIN TÊ KIRIN   Ji sedî 91’ê jinan di mijara tundiya de dixwazin xwedî agahiyê bin, ji sedî 54,7’ê jinan jî dixwazin agahiyan, bi kurdî hîn bibin. Jinan di raporê de da zanîn ku bi kurdî bêtir jin dikarin xwe îfade bikin û biaxifin. Her wiha ji sedî 50’ê jinan ji ber kurdî diaxifin, bi cihêkariyê re rûbirû dimînin. Ji sedî 28,5’ê jinan jin dixwazin di destûra bingehîn de xizmeta zimanê dayikê bê bicihkirin. Her wiha ji sedî 21,4’ê jinan jî daxwaza personelên ku bi kurdî dizanin kirin.”   TERCUMAN NÎN E   Her wiha ji bo amadekirina raporê jî ji Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê û Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Beşîktaşê hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê tercûman nîne, lê personelên ku bi kurdî diaxifin hene û bi vî rengî dikarin alîkarîye bigirin.   Hûn dikarin bi tikandina vê lînkê xwe bigihînin tevahiya raporê: https://kadinzamani.org/tr/istanbulda-yasayan-kurt-kadinlarin-anadilde-siddet-basvuru-mekanizmalarina-erisimin-yerel