Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin 2024-08-15 08:47:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqere û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin kuştin.    Li bajarê Enqereyê û Stenbolê duh bi şev 3 jin hatin qetilkirin. Li taxa Mehmet Akîf a navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê Oznur Akkaya ji aliyê hevjînê xwe Gokhan Akkay ku di pêvajoya hevberdanê de bûn ve li kuçeyê hat kuştin. Kujer ê ku xwest ji cihê bûyerê bireve ji aliyê welatiyan ve hat zeftkirin.    Li navçeya Bagcilar a Stenbolê jî K.Ç., bi êrişa hevjînê xwe Î.Ç., ve rû bi rû ma û bi giranî birîndar bû. K.Ç., rakirin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Kujer paşê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Li navçeya Mamakê ya Enqereyê jî B.B., jî ji aliyê hevjînê xwe Z.B., ku di pêvajoya hevberdanê de bûn ve hat kuştin. Paşê kujer Z.B. xwe jî kuşt.