Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin 2024-08-17 10:51:41   ÊLIH - Îpek Er bi tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan re rû bi rû mabû û paşê dawî li jiyana xwe anîbû. Bi ser kuştina Îpek Er re 4 sal derbas bûn. Jinan nerazîbûn nîşanî necezakirina Orhan dan û gotin ew hê jî tê parastin.    Li navçeya Qubînê ya Êlihê çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Îpek Er di 7’ê tîrmeha 2020’an de serî li Serdozgeriya Sêrtê dide û giliyê Mûsa Orhan dike. Îpek Er piştre di 16’ê tîrmehê de nameyek li pey xwe dihêle û ket nava hewldana xwekuştinê. Er bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Er a ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.    Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de 27’ê tîrmeha 2020’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve îdianame hat amadekirin û di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a di îdianemyê de hatibû piştrastkirin ku faîl li dijî Îpek Er êrişa zayendî pêk aniye. Di îdianameyê de hat xwestin ku Mûsa Orhan ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” bê girtin.    CEZA LI DADGEHA BILIND TÊ SEKINANDIN    Li dijî tecawizkirin û kuştina Er li her deverê hêrsa xelkê rabû û bi taybetî li ser medya dîjîtal nerazîbûnek zêde çêbû. Li ser vê hêrsa xelkê, 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê neçar ma ku der barê Orhan de biryara girtinê derxe. Orhan ê tecawizkar xwe radestî polîsan kir. Orhan di 19’ê tebaxa 2020’an de hat girtin. Parêzerê Orhan îtîrazî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê kir û li ser vê yekê di 25’ê tebaxê de hat berdan. Her çiqas 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di doza hat vekirin de 3’yê kanûna 2021’an ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” 12 sal ceza li Orhan birî jî lê ji ber “halê baş” cezayê wî daxistin 10 salan. Dadgehê biryar da bi hinceta “gumana reva wî nîne" şertê kontrola edlî danî ser Orhan û biryara darizandina negirtî da. Cezayê li Orhan hat birîn li Dadgeha Bilind tê sekinandin.    Rêvebera navenda DBP’ê Nurten Uzumcu û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz têkildarî mijdarê axivîn û diyar kirin ku êrişa ku Mûsa Orhan li dijî Îpek Er pêk anî divê wek şexsî neyê famkirin û ew êrişa tecawizkar êrişek li dijî hemû jinan bûye.    ‘ZÎHNEYETA PERGALÊ Û ORHAN HEMAN E’    Nurten Uzumcu da zanîn ku di salên dawî de sûcên tundî, tacîz û tecawizê li dijî jinan zêde bûye û got: “Li dijî jinan êriş hene. Lê dema ku jinên kurd bin ev êriş bi awayek taybet tê kirin. Jinên kurd ji ber doz û têkoşîna xwe bi êrişên şerê taybet re rû bi rû dimînin. Dixwazin jinên kurd bêîrade bikin. Li dijî jinên kurd konsepta şerê taybet di dewrê de ye. Lewma polîtîkayên desthilatdariyê kir ku Îpek Er xwe bikuje. Îpekê xwe nekuştiye, ew hatiye kuştin. Zîhniyeta pergalê çi be, ya Mûsa Orhan jî ew e. Çimkî polîtîkayek ku wê van leşker û polîsan ceza bike nîne.”    'DEWLET TECAWIZKAR ORHAN DIPARÊZE’    Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku li her erdnîgariyek ku şer lê hebe jin dibin armanca êrişan û tundî li jinan tê kirin û got: “Îpek Er jî di encama vî şerê dewam dike de, hat kuştin. Mûsa Orhan, Îpek Er desteser dike û paşê tecawizî wê dike. Kir ku Îpek Er xwe bikuje. Ev leşker û polîs hêza xwe ji piştevaniya polîtîkaya dewletê ya bêceza hiştinê digirin. Mûsa Orhan ji roja ewil ve ji aliyê dewletê ve tê parastin. Lê em ê têkoşîna xwe ya li dijî van kujer, tecawizkar û êrişkaran bidomînin.”