'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e' 2024-08-27 09:38:36   WAN - Gulîstan Bozkûrt a TJA'yî ku têkildarî "Xwendinên Azadiyê" û kargehên ku li dar dixin axivî, diyar kir ku armanca wan pêhesandin û rêxistinkirin e.    Polîtîkayên şerê taybet ku bi salan e li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve tên meşandin, herî dawî bi taybetî li ser jin û ciwanan hatine zêdekirin. Bi polîtîkayên şerê taybet ên di qadên çandî, civakî û siyasî de tên xurtkirin, tiryak, fihûş û sîxurî tê berbelavkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî vê polîtîkayên kargehan û çalakiyên “Xwendinên Azadiyê” li dar dixe û armanc dike ku têkoşînê xurt bike.    Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Bozkûrtê der barê kargehan û çalakiyên li Wanê de axivî û diyar kir ku ew derî bi derî çalakiyên pêhesandinê li dar dixin.   KUÇE BI KUÇE   Bozkûrtê anî ziman ku TJA'yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şerê taybet ên bi vî rengî gelek lêkolîn kirine û got ku wan bi kargeh û xwendinan pêwendî bi beşeke mezin a civakê re danîne. Bozkûrtê bal kişand ku ew bi jinan re bajar bi bajar, tax bi tax û kuçe bi kuçe hatine cem hev û xebateke ku polîtîkayên şerê taybet pûç bike li dar dixin û got: “Me kargeh li dar xistin ku şerê taybet çawa bandorê li jinan û ciwanan dike. Di vê çarçoveyê de em bi gelê xwe re hatin gel hev û me gengeşe kir ku em ê çawa bi hev re li dijî vê polîtîkayê bitêkoşin."   Bozkûrtê diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li dijî çand, huner û zimanê kurdan tên meşandin û got: “Li hemberî vê yekê em bi gelê xwe re têkoşîneke hevpar dimeşînin. Di encama van atolyeyan de em dibînin ku gelê me jî li hemberî polîtîkayên şerê taybet hişyar e." Bozkûrtê destnîşan kir ku di kargehan de encamên erênî derketine holê û got ku di nava ciwan û jinan de pêşketin heye.    'EM BI PERSPEKTÎFA OCALAN RÊYEKÊ DIMEŞÎNIN'   Bozkûrtê destnîşan kir ku armanca sereke ya atolye û xwendinê xweparastin e û destnîşan kir ku xweparastin ancax bi rêxistinbûna hişmendî dikare pêş bikeve. Bozkûrtê destnîşan kir ku beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dest bi "xwendinên azadiyê" kirine û diyar kir ku ev xwendin bi taybet di warê tecrîd, demokrasî û azadiya jinê de bûyye. Bozkûrtê da zanîn ku di xwendinan de tecrîd bi taybetî hatiye nirxandin û got: “Em bi perspektîfa birêz Ocalan rêyekê dişopînin û nexşerêya li dijî van zextên li ser gelê kurd, radigihînin gelê xwe"   BANGAWAZÎ   Bozkûrtê bang li jinan kir ku li dijî komkujî, taciz û tecawizê xwe birêxistin bikin û got ku ji bo têkoşîna jinê hîn zêdetir derkeve holê divê beriya her tiştî nasnameya jinê bê pênasekirin. Bozkûrtê diyar kir ku ew ê li her qadê xebatên xwe bimeşînin û wiha got: “Em ê her kolanê bikin qada xebatê, li dijî hişmendiya dewletê û feraseta serdest a mêr. Lê em ê beriya her tiştî xwe, nasnameya xwe nas bikin û wiha bixebitin.”