Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe 2024-08-29 12:07:35   WAN - Tekane ajokara jin Betul Sayin a bi ser otobusên binevşî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ajokariyê dikir, bi çûna qeyûm, dîsa vegeriya ser karê xwe.    Li Wanê 9 sal beriya niha 4 jin bi ser otobusên şaredarê yên binevşî, dest bi ajokariyê kirin. 3 jin ji ber sedemên cuda dest ji ajokariyê berdan û Betul Sayin jî ji hêla qeyûmê li şaredariyê hatibû tayînkirin, ji peywirê hate girtin. Dema Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist, Sayin careke din hate ser peywira xwe.    'JIN BALDARTIR DIAJON'   Sayin diyar kir ku ew dem bi dem di trafîkê de bi ajokarên din re pirsgirêkan dijî û destnîşan kir ku ew ji ber karê xwe hez dike, guh nade zehmetiyên kar. Sayin wiha axivî: “Bavê min di navbera Wan û Elbakê de ajokariya dolmîşê dikir. Min xwest ez jî wekî wî bim. Heskirina min a ajokariya otobusê ji wê derê tê. Bi min divê di vî pîşeyê de hejmara ajokarên jin zêde bibe. Jin wekî di her mijarê de, di ajokariyê de jî baldartir tevdigerin. Ez vê yekê ji rêwiyên xwe jî dibihîsim. Ev jî min gelek kêfxweş dike. Lewma ez dixwazin hejmara ajokarên jin zêde bibe.”    'BILA BIBE MÎNAK'   Ji Rêwiyan Leyla Tore derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dema me ajokara jin dît, em bi gotina ‘ma hûn ê biajon’ heyirî man. Dema me pê re suhbet kir, ez gelek jê qayîl bûm. Ez wê pîroz dikim. Hêvî dikim ku ji bo hemû jinan bibe mînak û hejmara ajokarên jin zêde bibe.”