Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim 2024-08-30 10:00:38   AGIRÎ - Dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuce ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got: "Min soz da Semayê, heta ku hebim ez ê ji bo aştiyê bitêkoşim."    1'ê Îlonê ku roja dagirkirina Polonyayê ya ji aliyê Almanyayê ve, wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" hat îlankirin. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Armanca wê ew e ku li seranserê cîhanê pevçûn bi dawî bibin û aştî çêbibe. Îsal gel di atmosfereke wiha de ku şerê Îsraîl-Filîstin, Rûsya-Ûkraynayê û êrişên li ser Kurdistanê didomin, 1'ê Îlonê pêşwazî dikin.    Li Kurdistanê berxwedana li dijî tundî û şerê ku zêdetirî 40 sal in heye, didome. Gelê kurd her sal hem di 1'ê Îlonê de hem jî her roj ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe têdikoşe.    SEMA YUCE Û TÊKOŞÎNA WÊ          Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên tunekirinê yên dewletê yên li dijî kurdan bedena xwe da ber agir, di 17'ê Hezîrana 1998'an de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi gotina "Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe bikim pireke ji êgir di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de" mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Dayika Sema Yuceyê Zennure Yuce ev nêzî 40 sal in ji bo aştî û wekheviyê têdikoşe.   Zenure Yuce (76), diyar kir ku malbata wê beriya salên dûr û dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de cih girtiye.    Yuceyê anî ziman ku wê zarokên xwe bi hişmendiya têkoşîna azadiyê mezin kirine û wiha got: “Sema bêtir van tiştan fêm dikir. Ew keçeke pir jîr û zîrek bû. Ji bo zarok nemirin divê aştî bê vê xakê. Em bi salan e ji bo avakirina vê aştiyê têdikoşin. Em di temenekî biçûk de zarokên xwe disipêrin axê. Îro dilê bi hezaran dayikên Kurdistanê dişewire û bi hesreta zarokên xwe ne. Di cîhanê de tu kesî ji şer û tundiyê xêr nedîtiye. Îro gelê Filistînê tö kuştın. Divê em li van xakan û li cîhanê aştiyê pêk bînin. Çi ferq di navbera tiştên ku îro tên serê gelê Filistînê û yên tên serê gelê kurd heye? Em dixwazin aştî û azadî pêk were. Ev polîtîkaya şer a ku 40 sal in li Kurdistanê tê meşandin, bi kêrî kesî nehatiye. Dewlet hê jî bi rêbazên şer hewl dide pirsgirêka kurd çareser bike."   SOZ DAYE KEÇA XWE   Yuceyê anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi salan e di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girtiye û got ku soz daye keça xwe ku heta sax be wê li ser vê soza xwe be. Yuceyê got: “40 sal in ez jî wekî her kesî ji bo ev pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibe têdikoşim. Min siyaset kir û bûm qasidê aştiyê. Dewletê tim destê me û daxwaza me ya aştiyê red kir. Em dixwazin êdî aştiyeke rasteqîn pêk were. Em hene û em ê hebûna xwe bidomînin. Min soz daye Semayê ku heta ez hebim ez ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînim."