Li Semsûrê jinek hate qetilkirin 2024-09-01 14:00:00   SEMSÛR - Jina ciwan a bi navê Merve Daşcan li Semsûrê ji hêla hevjînê xwe Ekrem Daşcan ve bi çekê hate qetilkirin.    Jina bi navê Merve Daşcan (26) a li Taxa Bahçelîevler a Semsûrê dijiya, ji hêla hevjînê xwe Ekrem Daşcan ve bi çekê hate qetilkirin. Faîlê ku hevjîna xwe li ber çavên zarokên xwe yên 1, 4 û 7 salî qetil kirî, piştî cînayetê bi heman çekê întîhar kir. Li ser îxbarê, komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê diyar kirin ku Merve Daşcan û faîl Ekrem Daşcan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.    Cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Zarok jî birin Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Bajar a Semsûrê.