Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger 2024-09-09 16:22:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Evînê 5 jinan red kirin ku îfadeyê bidin dozger.    Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bi rêya parêzerên xwe li ser medya dijîtal têkildarî rewşa 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ên li girtîgeha Evînê agahî parve kir.    Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku biryar hatibû dayin ku girtiyên jin Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî, Mecbube Rezayî û Perîwş Muslimî yên li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, li pêş dozgerê giştî yê bajarê Erdebîlê îfade bidin. Lê her pênc girtî neçûn û îfadeyên xwe nedan û daxwaza dozger red kirin.   Hat gotin ku wê îfadeyên her pênc girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ji ber nerazîbûna wan a li dijî cezayên darvekirinê bihata girtin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 6’ê tebaxa 2024’an piştî girtiya bi navê Reza Resayî hat darvekirin, girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşan dabûn û hêzên rejîmê jî îşkence li girtiyan kiribûn.