Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir 2024-09-12 15:48:17   MÊRDÎN - Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê de ji bo alîkariya edlî û xizmetên şêwirmendiyê ya bi jinên rastî tundiyê hatin re, protokol hate îmzekirin.    Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê de “Protokola Hevkariyê ya Alîkariya Edlî ya ji bo Jinan û Xizmeta Perwerdeyê ya ji bo Xebatkarên Şaredariyê” hate mohrkirin. Di merasîma mohrkirina peymanê ya li şaredariyê de Hevşaredar Devrîm Demîr û Ahmet Turk, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Komîsyona Alîkariya Edlî ya Navenda Jinan a Baroya Mêrdînê amade bûn.    Bi îmzekirina protokolê re dê piştevaniya şêwirmendî û alîkariya hiqûqî ji jinên rastî tundiyê tên re bê kirin. Armanca protokolê ew e ku ji bo edaletê û têkoşîna mafan alîkariyeke taybet ji jinan re were kirin. Her wiha tê armanckirin ku li ser bingeha wekheviya zayenda civakî perwerde bên dayin. Beşekê alîkariya edlî ya jinan dê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bên pêşwazîkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo alîkariya hiqûqî ya bi jinan re, di 21’ê tebaxê de di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê de jî protokol hatibû mohrkirin.