Hêlin li ser milê jinan hat oxirkirin 2017-10-14 18:34:07   STENBOL – Jinan cenazeyê Helîn Palandoken a ku Mustafa Yetgin ew kuşt, li ser milê xwe kirin û axir kirin. Hevalên Palandoken diyar kirin ku ji bo ew rêş tundiyê bigirin dê di her qada jiyanê de têbikoşin. Jinan xwestin bêtir hev hembêz bikin.    Jinan ji bo cenazeya Hêlîn Palandoken a li Pendîka Stenbolê ji aliyê Mustafa Yetgin ve hat kuştin, li Cemxaneya Tuzla Aydinli ve maresim pêk anîn. Bavê Palandoken  Nihat Palandoken û xizmên wê tev li merasimê bûn. Piştî nimêja cenaze jinan darbesta Palandoken li ser milên xwe kirin û birin goristanê. Dema cenaze dan ser bilê xwe dirûşmeya "Destê dirêjî Hêlin dibin bila bişkên" û tundiya mêr şermezar kirin.    Di merasima cenaze de Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyali Adile Dogan, diyar kir ku li Tirkiye her roj jin ji aliyê mêr ve tên kuştin û wiha got: "Sedema vê yekê ne wekheviya jin û mêr e. Bê edaletî û bê qanûnî ye. Jin wekî ên din tên dîtin. Hêlîn dê biçûya zanîngehê û biba pêşenga vî welatî. Dema cenazeyê Palandoken dan ser milê xwe û birin maşîna cenaze niqaş derket. Kesekî nasnameya wî ne diyar çek ji ber xwe kişand û gule avêt hewa. Cenazeyê Palandoken piştre li Goristana Gundê Aydinli defin kirin.