Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin 2018-06-05 09:27:03 STENBOL - Prof. Dr. Fatmagul Berktay, anî ziman ku hin partiyên siyasî ku tenê de beriya hilbijartinê têkoşîna ji bo demokrasiyê dixin rojeva xwe, bi vê vegotinê careke din jinan datînin hêlekê. Berktay, destnîşan kir ku divê jin li qada raya giştî li hemberî vê yekê bitêkoşin.    Prof. Dr. Fatmagul Berktay, di çarçoveya demokrasî û temsîliyeta wekheviyê de hilbijartina zordest ku dê di 24'ê Hezîranê de çêbibe nirxand.    ‘JIN AVÊTIN KÊLEKEKÊ'     Prof. Dr. Fatmagul Berktay, anî ziman ku hin partiyên siyasî ku tenê de beriya hilbijartinê têkoşîna ji bo demokrasiyê dixin rojeva xwe, bi vê vegotinê careke din jinan datînin hêlekê. Berktay got: "Ev tiştekî wisa tîpîk e ku, li hemberî vê ne ku jin dengê xwe bilind nakin û ne ku nabin namzet. Mesele ne meseleya 'eger namzetên jin pirbûna me yê jî bêtir nîşan bidana'. Mesele meseleya demokrasiyê ye."    Berktay, diyar kir ku niha li Tirkiyeyê tolhildana pederşahiyê pêk tê û hewldana restorasyona zilamtiyê heye. Berktay, got ev hewldan di asasê xwe de li Tirkiyeyê di meseleya demokrasiyê de noqteyeke girîng e. Berktay got: "Ne siyasetmedar, ne partiyên siyasî û ne jî mêr bi piranî vê yekê nabînin. Dema dibêjim piranî, mêrên ji xwe re dibên demokrat, modernîst filan û bêvan dixim vê çarçoveyê. Derdoreke mêran a zêde bi awayekî xêrxwaz li pirsgirêka jinan dinere. Dibêjin 'bila jin û mêr wekhev bin û ev yek divêtiyeke modernbûn û demokratiyê ye.' Lê vê yekê dîsa jî wekî pirsgirêka jinan dibînin."    Berktay, diyar kir ku di vî warî de liv û tevgera jinê ya di raya giştî de girîng e û got: "Çimkî tenê di raya giştî de hebûna we û çibûna we diyar dibe. Wekî Ayşe, Fatma, Hîdayet ancax li wir hebûna wê dê bixuyê. Her wiha hin nasnameyên ku ji bo we hatine dayîn hene. Hûn dayik in, hûn hevjîna filankeso ne, hûn aîdî filan etnîsîteyê ne an jî hûn profesor in, lê çibûna we bi kirênên we yên di raya giştî de diyar dibe. Yanî têkoşîna di wê qadê de gelekî girîng e. Loma divê qada raya giştî bê vekirin û ji bo wekî kes li wir bitêkoşin, divê jin ber bi wir ve bên kişandin."    MA / Necla Demir - Servet Karaduman