‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’ 2017-10-16 14:13:35 MUGLA - Wekîla HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku bi pêşnûme qanûna erka mahrê dayîna miftiyan, dixwazin vîna jinê tune bikin û dê li dijî vê li koçeyan têbikoşîn.  Pêşnûme qanûna erka mahrê dayîna miftiyan piştî di Komîsyona Karê hûndir a Meclîsê de hat erêkirin, li bendê ye ku vê hefteyê pêşkêşî Lijneya Giştî bê kirin. Pêşnûme rastî gelek bertekên sazî û dezgehên jinan hat. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Stebolê Fîlîz Kerestecîoglu têkildarî pêşnûme qanûnê axivî.    Kerestecîoglu, diyar kir ku ev polîtîka dijminantiya jinê dike û wiha got: “Gotinên Serokomar Erdogan ên “Di fitreta jin û zilam de wekhevî tuneye” tundiya li ser jinê zêde dike. Ev tundî li her qadê zêde bûye.  Jinek ducanî li parqê rastî lêdanê tê û jina di meclîsê de jî vîna wê tune hesibandin. Hemû hevalên me yên jin, navendên jinan û stargehên jinan girtin. Ev polîtîkayên dijminantiya jinê dikin.”    'ZEWACÊN BI DARÊ ZORÊ DÊ ZÊDE BIBIN'    Kerestecîoglu, da zanîn ku esas pêşnûmeya miftîtiyê dê zewacên bi darê zorê zêde bikin û wiha bilêv kir: “Mîna ku şaredarî ne bes bûn, dixwazin erka mahrêkirinê bidin miftiyan jî. Tu car Tirkiye  nebû welatek demokratîk. Dixwazin vîna jinan bi qanûna miftîtiyê ji holê rabikin. Zewacên bi darê zarê  dê bi vê yekê zêde bibin. Lê emê destûrê nedin vê yekê.”    ‘EM DESTÛR NADIN KU BÊ ERÊKIRIN’   Kerestecîoglu, destnîşan kir ku têkoşînek mezin jinan li Tirkieyê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê jî pêşnûmeyên wiha hatin astengkirin. Ji bo ev qanûn di meclîsê de neyê erêkirin, em ê têbikoşin. AKP bi jinan re dikeve rikê. Em destûr nadin ku pêşnûme bê erêkirin.”