Mor Dayanişma ji bo Eylul û Leyla bang kir 2018-07-03 11:04:04   STENBOL - Piştî Eylul Yaglikara û Leyla Aydemîr hatin revandin û hatin kuştin, Mor Dayanışma, bertek nîşanî vê yekê da  û got: "Em fêrî talankirina xwezayê, kuştina zarokan û cînayetên jinan ên bi destê wê tê kirin nabin. Em asayî jî nakin. Em bang li her kesî dikin ku li Kadikoyê kom bibin û dengê xwe bilind bikin.    Bertekên li dijî kuştina Eylul Yaglikara û Leyla Aydemir ên hatin revandin û hatin kuştin zêde dibe. Mor Dayanışma, bertek nîşanî vê yekê da  û got: "Em fêrî talankirina xwezayê, kuştina zarokan û cînayetên jinan ên bi destê wê tê kirin nabin. Em asayî jî nakin. Em bang li her kesî dikin ku li Kadikoyê kom bibin û dengê xwe bilind bikin. Mor Dayanişma di daxuyaniyê de wiha got: “her roj polîtîkayên we yên dikevin nava qadên jiyana xweza, jin û zarokan can distîne. Duh Eylul û îro jî Leyla ya 3,5 salî cenazeyên wan hatin dîtin. Em agahî ji sedan kesan nastînin. Em faîlên zarokên ku jiyanê tên qutkirin baş nas dikin. Em teslîmî tariyê nabin. Em wekî Piştevaniya Mor (Mor Dayanışma) vê yekê qebûl nakin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê yekê ji bo her kes bibin dengê Eylulan û Leylayan saet di 19.00'an de li Pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê kom bibin û dengê xwe bilind bikin."