Buldan: Qezaya li Çorluyê cînayet e 2018-07-09 11:14:43   ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de bal kişand ser qezaya trênê ya li Çorluyê û got: “Ne qezayek e ji rêzê ye. Qezayek cînayetê ye.” Buldan got ku wan tevî hemû zextan jî serkeftinê bi dest xistiye û temsîliyeta herî zêde ya jinan a li Meclîsê dîsa jî HDP ye.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva nirxandina hilbijartinê û plansaziya serdema nû li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê yên jin û endam û rêveberên jin ên HDP’ê beşdarî civînê bûn.   ‘QEZAYA LI ÇORLUYÊ CÎNAYET E’    Beriya civînê Hevserok Pervîn Buldan li ser geşedanên di rojevê de axivî. Buldan bi sersaxî xwestina ji bo malbatên kesên di qezaya trêna ya li Çorluyê jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û ji hemû birîndaran re şîfa xêrê xwest. Buldan bal kişand ser qezayê û got: “Ne qezayek e ji rêzê ye. Qezayek cînayetê ye. Çumkî Wezareta Veguhestînê û yên rayedarên Riyên Hesin berpirsyarê vê qezayê ne. Divê demildest yên berpirsyar bên cezakirin. Em ê destûr nedin ku ev wek qezayek e û bila derbas bibe. Wê heyeta me biçe wir û lêkolînê pêk bîne. Em daxwaz dikin ku hemû kitekitên bûyerê bên aşkerkirin û ronîkirin.”    DOZA SOMAYÊ    Buldan bal kişand ser ser danişîna biryara doza 301 karkerên di bobelata madenê yên li Somayê jiyana xwe dest dan û got: “Divê rastiya li Somayê derkeve holê. Em hêvî dikin ku wê biryarek li gorî daxwaza malbatan derkeve.”    ‘LI GEL ZEXTAN JÎ ME SERKEFTIN BI DEST XIST’    Buldan destnîşan kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê yek ji hilbijartinên herî girîng yên li Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Me hilbijartinek wiha ku dê pergal pê bê guhertin li pey xwe hişt. Tekane partiya ku bendê derbas kir HDP bû. Me tevî hemû zordarî û zextan jî serfkeftinek mezin bi dest xist û 67 wekîlan şand parlamentoyê. Em ji hemû kesên dest dan em gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re spasiyê xwe germ pêşkêş dikin. Mala wan ava be. Hevalên jin jî kedek gellek mezin dan û îmze avêtin bin xebatek pir watedar. Jinan seferberi îlan kiribû. Em bi hişmendiya ku dê bend bê şikandin û azadiya jinan pêk bê xebitîn. Em silavek germ dişînin ji jinên di girtîgehan de. Em spasiya hevrêyên xwe yên jin dikin. Ew her tim bi dilê xwe yên germ li cem bûn û divê hilbijartinê de jî li ba me bûn. Bi hêviya ku hûnê azad bibin em ê bixebitin.”    ‘TEMSÎLIYETA JINAN A ZÊDE YA HDP’Ê YE’    Buldan da zanîn ku temsîliyeta herî zêde ya jinan a li Meclîsê ya HDP’ê ye û wiha domand: “Ji ber ku me temsîliyeta wekhev di meclîsê de ne rûniştand em rexnedayîna xwe didin jinan. Sedemê vê yekê jî ji ber bendê ye. Hedefa me ji sedî 50’î bû ku ji partiya me biçin Meclîsê. Bi rêjeya ji sedî 37 em wek jinan li Meclîsê ne. Wê di serdema pêşiya me de dê hin bêtir temsîliyeta jinan cihê xwe bigire. Ji rêxistininên me bigire heta Parlamentoyê. Serdemek zor me derbas kir. Lê serdemek hin dijwartir li pêşiya me ye. Ji îro şûn ve em dikevin qonaxa serdema pergala rejîma nû. Divê demildest dev ji vê pergalê berdin û pergala demokratîk a parlamenteriyê bidin sazkirin û li gorî rêbazên demokrasiyê bê tevgerkirin. Em vê pergalê rexne dikin û şermezar dikin.”    ‘KHK Û GIRTINAN BISEKINÎNIN’    Buldan KHK’ya jimara 701 û hemû KHK’ê din rexne kir û got: “Bi awayek dij hiqûq bi hezaran mirov ji karên xwe hatin îxrackirin. Em vê yekê qebûl nakin.”    Buldan anî ziman ku xwendekarên ODTU’yê jî ne bi tenê ne û xwest ku pêla binçavkirin û girtinê ya li ser xwendekaran û civakê demildest bê sekinandin û dev jê bê berdan.    ‘BERPIRSYARÊ REVANDIN Û ÎSTÎSMARKIRINA ZAROKAN HIKUMET E’    Buldan her dawî bal kişand ser revandina zarokan û îstîsmarkirina zarokan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Windakirin û îstîsmarkirina Eylûl, Leyla û Ufuk îhmalkariya hikumetê dide nîşandan. Heke li welatekî wezareta zarokan nîn be, dê ev tiştên nexweş derkevin holê. Wê di warê ji bo ku wezareta zarokan û jinan pêk bê de dê xebata me dewam bike. Eger ev wezaret bê avakirin, dê ji bo pêşî girtina îstîsmarkirina li ser zarokan û jinan pêşketin pêk bê û pêşî li neheqiyan bê girtin. Ev qewimandinên rojê dawî jî ji ber nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî zarok û jinan derdixe holê. Dixwazin cezayên darvekirinê û xesandinê derxin. Lê ev ne çareserî ye. Di warê tundî, tacîz û îstîsmarkirina li ser jin û zarokan berpirsyar hikumet e û em bang li hikumetê dikin ku vê berpiryariya xwe bi cih bîne.”    Piştî axaftina Buldan, civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.