Taşdemîr: Em bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne 2018-07-31 15:45:09 ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ew bi polîtîkayên  pişavtinê re  rû bi rûne û got: “Hişmendiya tehemûlê navê Kurd û  Kurdistanê ne nake bi destên qeyûman hemû lewheyên Kurdî daxistin û qedexe kirin.”   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li Navenda Giştî ya HDP’Ê civîna çapemeniyê li dar xist.    Taşdemî. bal kişand ser doza komkujiya 10'ê Cotmehê û wiha axivî: “Li paytexta Tirkiyeyê li pêş çavên hemû kesan komkujiyeke plankirî pêk hat. Doza komkujiyê du sal in berdewam dike. Ji belgeyên li rûniştina li wê derê derketin holê ku DAIŞ'ê êrîş nebiriye ser mîtînga aştiyê, lê bi rêya DAIŞ'ê êrîş pêk hatiye. Ji bo edalet bê cih divê berpirsyar bên darizandin. Pêvajoya ku 2 sal in dewam dike li ber biryardanê ye. Em 103 canên xwe yên hatine kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin. Hêviya wan a ji bo azadiyê wê hinceta me ya têkoşînê be."   ÊRÎŞA LI SER ÊZIDIYAN, ÊRÎŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE   TaşdemîrX êrîşa qirkirina DAIŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê pêk hat, bi bîr xist û wiha got: “Nebaşiya ku DAIŞ'ê li vê erdnîgariyê kir, ne tenê êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ye. Ev nebaşî dikare di êrîşên qirkirinê yên li dijî civaka Êzidî de bên dîtin. Em êrîşên li dijî jinên Êzidî, di heman demê de êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin. Ji bo qirkirina jinê neyê dubarekirin, divê têkoşîn bê geşkirin. Me berî 4 salan bangek kiribû û xwestibû îro bibe 'Roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê'. Em vê banga xwe dubare dikin. Em ê vê rojê li her derê daxuyaniyê bidin û qirkirina jinê şermezar bikin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, heta ku jin azad bibin wê têkoşîna me bidome."   ‘WÊNEYÊ ZILMA AKP’Ê YE’   Taşdemîr bal kişand ser jin û zarokên li çemê Merîçê fetisîn jî û wiha bilêv kir: “Jin û zarokên li Merîçê fetisîn, wêneyê zilma AKP'ê ye." Taşdemîr bi bîr xist ku Hevseroka KCD û parlamenter Leyla Guven a ku dîl girtî ye, ji ber ku bi Kurdî stran got, mehekê cezayê ragihandinê lê hatiye birîn û got wiha domand: “Ev polîtîkayên pişavtinê ne kêmî yên salên 90'î ne. Ev hişmendî hîna jî li ser kare.”   Dîrayet Dîlan Taşdemîr, di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa dayika Sîsê ya girtî jî kir û wiha got: “Yên ku beriya niha rapora 'nabe ku li girtîgehê bimîne' dan dayika Sîsê, balkêş e ku niha hikûm dane û dibêjin 'dikare li girtîgehê bimîne'. Em baş zanin ev biryar bi fermanan hatiye dayîn.”