'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me' 2017-10-20 15:24:35   AMED – Piştî Reqqa hat azadkirin, endamên YPJ’ê gotin “Em serkeftinê diyarî jinên cîhanê dikin". Jinên Amedî azadkirina Reqqa ya bi destê jinan silav kir. Jinên Amedî diyar kirin ku daxuyaniya Jinên YPJ'ê kelecana jinan zêde kir û li dijî hişmendiya mêrê serdest bû bersîv  hêz û hêviya jinê zêde kir.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di 17'ê Cotmehê de ji destê DAIŞ'ê azad kir. Cenga Mezin ku di 6'ê Hezîrana 2017’an de dest pê kir, piştî 135 rojan di 17'ê Cotmeha 2017’an de bi temamî ji DAIŞ'ê azad bû. Bi sedan endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî DAIŞ'ê şer kirin û Reqqa azad kirin. Bi sedan endamên YPJ'ê piştî Reqqa Azad kirin li "Qada Mirinê" ya DAIŞ'ê daxuyanî dan û îlankirina Reqqa bi hemû cîhanê re parve kirin. Hemû cîhanê li Qada El Neim daxuyanî temaşe kir. Endamên YPJ’ê di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew Azadiya Raqqa diyarî hemû jinên cîhanê dikin. Vê yekê kelecana jinan zêdetir kir. Jinên Amedê azadkirina Raqqa ya bi destê jinan nirxandin.    ‘REQQA KELECANEK MEZIN AVA KIR'   Çîgdem Ektî, hemû jinên li dijî DAIŞ'ê şer kirin pîroz kir û wiha got: "Serkeftina di pêşengiya jinê de pêk hat, kelecanek mezin bi xwe re ava kir. Ji ber ku DAIŞ'ê li Reqqa îşkenceya giran li Jinan kir û tiştên xerab anî serê jinan, azadkirina Reqqa ya bi destê jinan pir girîng e. Pir be wate ye."   ‘TÊKOŞÎNA YPJ’Ê HÊZ DA ME'w   Ektî, destnîşan kir ku serkeftin YPJ'ê û têkoşîna bi destê jinê bêtir hêz û hevî daye wan û wiha got: "YPJ ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî. Bû minaka berxwedanê. Ez bawer dikim ku dê hemû jinên cîhanê di şopa wan de bimeşin. Li Cîhan û Rojhilata Navîn tundiya li dijî jinan ew qas zêde bû, vê serkeftina YPJ’ê hêz da me. Hêza parastina Jinan a YPJ'ê çeteya herî mezin a Cîhanê DAIŞ têk bir. Divê hemû jinên cihane wan ji bo xwe bikin mînak.    ‘DAXUYANIYA YPJ'Ê BERSÎVDAYINA HIŞMENDIYA MÊRÊ SERDEST E'    Xnedekar Rojda Tan jî diyar kir ku pêşengiya jinan a di operasyona Reqqayê de pir bi wate û girîng e û wiha got: "Ji xwe di daxuyaniya xwe de jî serkeftin diyarî jinen cîhanê kirin. Jinên kurd ji bo jinên cîhane dibin mînak. Em bi vê yekê serfiraz û serbilind in. Dilê me bi wan re ye. Daxuyaniya YPJ’ê ji bo hişmendiya mêrê serdest e bersîva herî mezin e.    ‘JINAN LI DILÊ DAIŞÊ XIST   Tan, anî ziman ku jinên YPJ’ê hem pêşengiya şer kirin û hem jî li dilê DAIŞ'ê xistin û ew li paytextê wan têk birin. Tan, anî ziman ku wêneyê li wir her tiştî vedibêje û wiha got: "Jinên kurd li dilê DAIŞ'ê kiştin û ew kuştin. YPJ rêxistina kujer têk bir û paqij kir."    ‘WÊNEYÊ SERKEFTİNÊ YE'   Endama Dîwana KCD'ê Saliha Aydeniz jî serkeftina wisa bi destê jinê pêk hat ji bo hemû jinên cîhanê bû kelecan, hêvî, moral û baweriyek pir mezin û wiha got: "Reqqa navend û barageha DAIŞ'ê bû. Destpêkirina di pêşengiya jinê de û diyarkirina jinên cîhanê, nişan dide ku di hemû qadên têkoşînê de rola jinan pir mezin e. Ev wêne her tiştî vedibêje. Diyar dike ku navenda serkeftinê jin in."     ‘DI PÊŞENGIYA JINÊ DE SERKEFTIN PÊK HAT'   Aydenîz, destnîşan kir ku azadkirina Reqqa ji bo teşekirin û avakirina Rojhilata Navîn pir girîng e û wiha berdewam kir: “Di Reqqa de hat dîtin ku di pêşengiya jinan de hêza hov û barbar têk çû. Têkoşîna jinan tirsa hemû cîhanê têk bir. Nîşan da ku divê jin netirse û li kolanan bêtir dengê xwe bilind bike û di ber xwe bide. Nîşan da ku hemû têkoşîna di pêşengiya jinê de pêk tê bi serkeftinê bi encam dibe. Ev wêneyê serkeftinê û encama têkoşîna jinê ye. Nîşan dide ku jina kurd pêşengiya vê yekê dike."