Jinên kurd di konferansa navneteweyî de kom dibin 2018-08-23 10:48:02       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd di Konferansa Navneteweyî de di 6’ê Cotmehê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kom dibin.    Jinên Kurd, dê di konferanseke navnetewî de li Frankfûrtê bicivin. Konferans wê di navbera 6-7’ê Cotmehê de pêk bê. Di konferansê de wê gelek mijarên jinên cîhanê û jinên Kurd eleqeder dike, bên destgirtin û ji bo têkoşîna hevpar jî plansazî werin pêşxistin û biryar werin girtin. Çend ji mijarên ku di konferansê de bên nirxandin wiha ne:    "- Em çawa dikarin sedsala 21'ê bikin sedsala jinê? - Li dijî neheqiya di hatineyê tê kirin, li hemberî êrîşên zayendîparêz û faşîst, em çawa dikarin xwe biparêzin? - Em çawa dikarin bi hev re pirsgirêkan binirxînin, biryarên hevpar bidin û bixin meriyetê? Em çawa dikarin bi hev re bi pêş ve biçin?"   Hûn dikarin agahiyên berfireh ên li ser konferansê li ser malpera http://revolutioninthemaking.blogsport.eu/category/home/ bişopînin. Bi wesîleya roja navneteweyî ya ji bo rakirina şîdeta li dijî jinê, 24/25'ê Mijdarê li dijî şîdeta li jinê wê li gelek bajaran xwepêşandan û çalakiyên hevpar bên lidarxistin.