Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide! 2017-10-21 10:51:59 MUGLA - Selma Asiye ya ku bi çêkirina rîçalên xwezayî debara mala xwe dike, bi nivîsên li ser dezgeha xwe nivîsandîn peyamên civakî dide.   Li Gundê Palamutbuku ya  navçeya Datça ya Mugla yê Selma Asiya ya 66 salî, bi çêkirina rîçalê debara xwe dike. Asiya ji berhemên yek dolim erdê xwe ku bi dest dixwe, dike rîçal û di bazara gundê Palamutbuku de difiroşe. Asiya li gel rîçalên çêdike bi dezgeha xwe jî balê dikişîn e. Asiye bi nivîsên li ser dezgeha xwe nivîsandîn peyamên civakî yên mîna “Wijdan û Aştî” dide.       HILBERINA RÊ Û RESMÊ   Asiye, têkildarî kar û xebata xwe axivî û wiha got: “Lîmon, hinar, hêjîr û tûreşkan di dema xwe de kom dike û rîcal çêdike. Ji bo rîçalên min çêkirin bifiroşim 11 saetan li bazarê dimînim. Min piranî darên fêkiyan di zevaya xwe de çandine. Rîçalan jî li  gorî rê û resma civakê çêdikim. Heya 3 salan berhemên min xirab nabin. Ez hes dikim ku ji tahmen cûda rîçal çêbikim. Ên ku çarekê dikirin, dîsan tên dikirin."         JI BO JINAN ABORIYEK ALTERNATÎF   Asiya, pêşniyar ji jinan re kir ku karên bi vî awayî bikin û wiha bilêv kir: “Ev  kar ji bo jinan hem bi zewqe û hem jî alternatîfa aboriyê ye. Min ji jinekê re pêşniyar kir, ew ê jî di demek nêz de dest bi firotinê bike.”   LI SER DEZGAHÊ PEYAMÊN CIVAKÎ   Asiya, tekildarî peyamên civakî yên li ser dezgeha xwe dide jî ev tişt gotin: “Bi van nivîsan dezgeha min balê dikişîn e. Ji ber bêmafiyên berê hatin jiyîn, min nivîsa ‘Êdî Bes e’ ya bi kurdî tercîh kir. Demekê li ser dezgeha xwe min ‘Aştî’ nivîsandibû. Di rojên min ‘Aştî’ nivîsandî de kesekê li dezgeha min mêze nedikir. Di dema ‘Meşa Edaletê’ ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kilaçdaroglu de, min li ser tezgaha xwe ‘edalet’ nivîsand. Lê ji ber ku CHP’ê berî du hefteyan piştgirî da tezkereya derveyî sînor, min li ser dezgeha xwe ‘Ez hes ji aştî û edaletê dikim’ nivîsand. Min xwest wisan berteka xwe nîşan bidim. Niha jî ez wijda û aştiyê tercîh dikim. Ji ber ku wejda û aştî tunebe edalet jî nayê cih. Ji ber nakokiyên li Tirkiyeyê niha tên jiyîn, ez ê di peya xwe ya xwe bê de ‘Pare û dil hes ji şer dike’ li ser dezgeha xwe binivîsim.”