Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin 2018-08-28 09:03:40   MÊRSÎN - KÎHEP ku bi dirûşmeya "Hay ji mafên xwe hebin, bila neheqî li we neyê kirin" tev geriya, niha li Mêrsînê amadekariyên serdema duyemîn dike. Endama Kolektîfa Keda Jinê ya Mêrsînê û perwerdekara KÎHEP'ê Ozge Goncu got: "Li hemberî polîtîkayên paşverû yên jinan nahesibînin em ê bi perwerdekirina jinan têbikoşin."    Bernameya perwerdehiyê ya 22 sal in ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Jinan- Çareseriyên Nû (KÎH-YÇ) ve didome, dê li Mêrsînê ji aliyê rêxistinên jinan ên herêmî ve care duyem bê dayîn. Di bernameya perwerdehiyê ya ku dê bi dirûşmeya "Hay ji mafên xwe hebin, bila neheqî li we neyê kirin" bê lidarxistin, dê jin hay ji mafên xwe çêbibin û li hemberî neheqiyê xwe bi rêxistin bikin. Endama Kolektîfa Keda Jinê û perwerdekara Bernameya Perwerdehiyê ya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) Ozge Goncu, da zanîn ku ew ê xebatên xwe yên sala çûyîn îsal jî bidomînin û li hemberî polîtîkayên paşverû yên jinan nahesibînin em ê bi perwerdekirina jinan bitêkoşin.    ‘EM Ê BI PERWERDEKIRINÊ RÊXISTINBÛYÎNÊ BIDOMÎNIN'    Goncu, diyar kir ku bi perwerdehiya ku ew didin jin hay ji nasnameya xwe û mafên xwe çêdibin û sala çûyîn wan 20 jin perwerde kirine. Goncu, destnîşan kir ku îsal jî hedefa wan ew e ku 25 jinan perwerde bikin. Goncu, da zanîn ku ji bo perwerdehiyê serlêdan di 1'ê Îlonê de dest pê dikin û dê bernameya perwerdehiyê 16 hefteyan dewam bike. Goncu, bilêv kir ku naveroka bernameyê mafên qanûna bingehîn, mafên medenî û mafên aborî yên jinê û têkoşîna li hemberî şidetê, peywendî, zayendî û siyaset e.    Goncu, bal kişand ser girîngiya perwerdekirina jinan û diyar kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê di serî de krîza aborî û bi giştî jî gelek pirsgirêk hene, loma têkoşîna jinê ji rojevê derketiye. Goncu, polîtîkayên îktîdarê yên li hemberî jinan jî nirxand û got: "Tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê li cîhanê bûn tevgerên herî dînamîk. Jinan bi têkoşîna xwe gelek tişt bi dest xistin. Di demên dawî de ji ber dîktatoriya yekzilamî, polîtîkayên ciyawaziyê êdî mafên sereke yên jinan tên tehdîtkirin. Mînaka herî sereke ya vê polîtîkayê jî ew e ku Wezartea Jinan ji holê hat rakirin û bi Wezareta Xebatê ve hat girêdan."    ‘DÊ RÊXISTINBÛYÎNA ME DEWAM BIKE'    Goncu got: "Çend hefte berê nmzî 152 rêxistinên jinan deklerasyonek parve kir. Di vê deklerasyonê de jî hat diyarkirin ku em ê tu carî dev ji mafên xwe û daxwazên xwe yên azadîxwaz û wekhev bernedin. Ji bo têkoşîneke hevpar em bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikin. Têkoşîna me ya di warê herêmî de jî ev perwerdehî ne. Em ê li dijî tehakuma ku tê xwestin li ser beden û nasnameya me bê avkirin bitêkoşin. Em ê bi perwerdehiyê jinan bi rêxistin bikin û dê rêxistinbûyîna me dewam bike. Dikarim bêjim ku xebatên KÎHEP'ê ji bo rêxistinbûyîna jinan xebateke berfireh e."   Goncu, bi bîr xist ku îktîdar êdî têkoşîna jinan nahesibîne û her diçe destkeftiyên jinan dike hedef, lê belê ew ê li hemberî vê yekê tim bitêkoşin.    MA / Ergin Çağlar