Ji ber êrîşa zayendî hêj bi ser xwe de nehatiye 2017-10-23 09:10:44 STENBOL - Jina ji Ozbekistanê F.E., li cihê ku dixebitî bi hewldana êrîşa zayendî ya D.O. re rû bi rû ma. F.E. aşkera kir ku wê hêj bûyer ji ser xwe neavîtiye, lê ji ber ku kesî piştgirî nedaye wê bi gazinc e. Parêzer Elîfgul Yalçin jî da zanîn ku ew bawer dike ku dê D.O. ceza bigire. Jina 21 salî F.E. di sala 2015'an de ji bo xebatê ji Ozbekistanê hat Tirkiyeyê, ji ber ku destûra wê ya mayînê tune bû, di Gulana 2017'an de ji welat veqetiya. Di meha Tîrmehê ya 2017'an de dîsa E.F. hat Tirkiyeyê, vê carê ji bo xebatê destûra mayînê girt. E.F. di 28'ê Tîrmehê de li navçeya Kartalê ya Stenbolê di pastexaneyê de dest bi kar kir, li vir xwediyê kargehê D.O. hewl da tecawizê wê bike. F.E. û parêzera wê Elîfgul Yalçin der barê êrîşa zayendî de axivîn.   D.O. soz didê ku dê ji bo rûniştinê destûrê ji bo F.E. bigire, lê vê soza xwe nayne cih. Li ser vê F. E. ji ber şertên kar û ji ber tacîza bercîsan (muşteri) di 18'ê Tebaxê de dest ji kar berdide. Xwediyê kar D.O. hincetên wekî dê li kargehê kar xirab raweste, destûrê nade F.E. dest ji kar beerde, lê ruxmê hemû hewldanên D.O. jî F.E. beyî ku heqdestiya xwe ya rojê bigire ji kar derdikeve.   BI ZORÊ WÊNEYÊN WÊ KIŞAND   F.E. piştî ji kar vediqete, dixwaze heqdestiya xwe ya mayî bigire. Ji ber vê bi D.O. re diaxive, lê D.O. dema heqê wê nadê, ew jî diyar dike ku ewê giliyê wî bike ku ew karkeran bi qaçaxî dide xebitandinê. Di 27'ê Tebaxê de bangî F.E. dikin ku biçe heqê xwe bigire, D.O. F.E. berjêrî îmalatxaneyê dike, çekê dixe serê wê, gefan li wê dixe û wêneyên wê yên tazî dikişîne. F.E. bi zorê xwe ji destê wî rizgar dike û ji wir direve û piştre der barê D.O. de serlêdana sûc dike.   PIŞTÎ 46 ROJAN D.O. HAT HIRTIN    Li ser giliyên F.E. lêpirsîn hat destpêkirin, lê derket holê ku polîsan li gorî girîngiya delîlan tevnegeriya ne û bûyer lêkolîn nekirine. Ruxmê fermana dozgeriyê jî polîsan qeydên kamerayê nexistine dosyayê, demek dirêj der barê bersûc D.O. de tu lêpirsîn nehatiye kirin. Dozger fermana girtina bersûc dide, lê li ser bûyerê re 40 roj derbas dibe tu kar nayê kirin. Piştî 46 roj bi ser fermana dozger re derbas dibe, di 16'ê Cotmehê de D.O. tê binçavkirin û piştre tê girtin.   HÊJ BÛYER JI SER XWE NEAVÎTIYE   F.E. diyar kir ku hêj wê bûyer ji ser xwe neavîtiye, di axaftinê de zehmetiyan dikişîne û ji ber ku kes li gel wê nesekiniye jî bi gazin e.   'JI DERIYÊ PIŞT VE REVIYE'   Parêzera F.E. Elîfgul Yalçin der barê bûyerê de ev tişt got: "Beşa îmalatxaneyê ya dikanê heye. F.E. peyayê jêr dikin. Miwekîla min dibêje ku çek da serê min. Gev xwarin. Ji xwe pere jî nedayê. Ji derveyê wê dixwaze xwe tazî bike. Wêneyên wê dikişîne. Dixwaze bi van şantajan bike. Miwekîla min di wê demê de qîr dike. Di vê navberê de bercîs jî li roj hene. Ji ber ku bûyer nava rojê qewimî ye. Divê kesî denê min nebihîstiye. Lê xebatkar peyakirina wê dibînin. Herî dawî hewl dide tecawiz bike. Wê demê kesekî li wir dixebite, ku di dosyayê de navê wî jî heye, em dixwazin wekî şahid bidin nîşan. Ew kes tê mudaxale dike û F.E. direve. Cil û bergên xwe sererast dike û xwe dispêre esnafekî li wir. Wê demê D.O. bi çeka xwe ji deriyê piştê re direve."   Yalçin da zanîn ku piştî 2 mehan lêpirsîn hatiye vekirin, di vê demê de îfadeya D.O. nehatiye girtin û piştrast kir ku şahid û qeyd hene, peyam hene û ew bawer dikin ku bersûc D.O. ceza bigire.   Yalçin, diyar kir ku biryara parastina F.E. jî hatiye derxistin.