Karkera ji kar hat avêtin Burcu: Rêya çareseriyê rêxistinkirin e 2018-09-26 11:46:56   STENBOL - Karker Burcu Koçlu ya ji sedî 54 astengdar e, piştî bi sedema "Krîz heye" ji kar hat avêtin, li ber febrîqeya lê kar dikir dest bi çalakiyê kir. Koçlu, diyar kir ku tenê rêya guhertina şertên koletiyê ewe ku mirov xwe bi rêxistinkirin bike.    Karkera fabrîqeya Mutlusan Elektrîk a li herêma Îkîtellî ya Başakşehirê Burcu Koçlu, piştî 5 mehan xebitî, patronên şîrketê di 21'ê Îlonê de bi sedema "Krîz heye" ew ji kar derxistin. Koçlu, piştî ji kar hat avêtin li pêş febrîpeyê dest bi çalakiyê kir û têkildarî çalakiya xwe axivî. Koçlu, anî ziman ku bi riya ÎŞKUR'ê ji kadroya astengdaran 5 meh berê dest bi kar kir û wiha got: "Ji roja min dest bi kar kiriye bê navber karkeran diguherînin. Dema min nû dest bi kar kir her meh karker ji kar davêtin. Piştî niqaşên krîzê ket rojevê, her rojên înê 5-6 kesan ji kar dûr dixin. Êdî karker bi tirsa "Dê vê înê kê ji kar bavêjin" û difikirn. Şertên jiyanê giran bûne. Fatûreyên av, ceyran û xaza xwezayi zêde bûne. Kîra zêde bû. Karker ji bo karê xwe winda nekin girîngiyê didin karê xwe. Lê tevî dîsîplîna karkeran jî zextên li ser karkeran zêde bûye. Patron dixwaze li gorî xwe karkeran ava bike û çawa bixwaze wan wisa bide xebitandin. Beriya ku pêvajoya ceribandinê ya karkeran bi dawî bibe karkeran ji kar dûr dixin. Êdî bûye wekî cihê serfkirina karkeran yên nû digirin û yên berê dûr dixin."    ‘EM 2.5 SAETAN JI PATRON RE KAR DIKIN'   Koçlu, da zanîn ku divê rojê 8 saetan kar bikin, lê rojê 10.5 saetan kar dikin û rojê 2.5 satan ji patron re kar dikin û 2.5 saet heqê wan dikeve bêrîka patron û wiha got: "Bordroya meaş nade me. Ji ber vê yekê çiqas ji meaşê me qut dike em nizanin. Ji ber ku ez asteng dar bûm, divê car caran ez biçûma bijîşk. Her çend rapora min hebe ji Rapor ji sîgorta min qut dikin. Li şuna Hezar û 600 TL  bidin Hezar û 400 TL didin. Herî zêde jin dikevin bin bandorê. Her çend karê me montaj be jî, lê karê paqijiyê bi jinan dikin. Kesek ji paqijiya beşa mêran berpirsiyar e. Karê ku pênaseya wî tune bi jinan dikin. Dema jin vî karî dikin jî lepik û maskeyan nadin wan. Hevalek ku di piyê wê de protes heye bi wê paqijiyê dikin."    BANG LI HEMÛ KARKERAN DIKIM: XWE BI RÊXISTIN BIKIN   Koçlu, heri dawî anî ziman ku nexwest bêdeng û neheq ji kar biqete û wiha bi dawi kir: "Dema ez ji kar derxistim min got 'Ez hatim avêtin û ve yekê şermezar dikim. Lê devê min girtin û xwestin min bêdeng bikin. Ev yek rûyê patron ê rast nîşan dide. Ez jî li şûna bêdeng ji kar derkevim min got ez dê ruyê wî yê rast nîşan bidim. Min berê nehiqiya li hevalên min kiribû dizanî. Divê her kes zanibe ku karker ne bê çare û ne bê alternatif in. Divê patron zanibin ku bi hêsanî nikaribe karkeran derxe ber derî û wan ji kar bavêje. Rêya şikandina pergalê û çareseriya li dijî koletiyê xwe birêxistinkirin e. Koleyan didin xebitandin. Ez li dijî vê koletiya bêdeng dest çalakiyê pêk tînim. Divê em hemû bibin yek û li dijî vê koletiyê bi hevre dengê xwe bilind bikin. Ez dê belavkirina belavokên li pêş fabrîqeyê berdewam bikim. Ez bang li hemû karkeran dikim ku xwe bi rêxistin bikin.      MA / Melike Ceyhan