TJA: Biryara Ocalan a DMME’yê êrîşa li ser vîna Kurdane 2018-09-28 12:47:41   AMED - TJA, bertek nîşanî redkirina serlêdana Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan a DMME’yê da û got: “Ev biryar li dijî vîna gelê Kurd êrîşeke. DMME divê dest ji vê biryara xwe ya skandal ber de.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê redkirina serlêddana RÊberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya TJA de ev tişt hatin gotin: “Ocalan ji bo pêvajoya  şer a li Tirkiyeyê bi dawî bike, hemû hewldanên xwe yên aştiyane danîn holê û bêyî tu hincetan nîşan bide têkoşînek bê eman birêve bir.”     ‘XIZMETA POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST DIKE’   TJA, diyar kir ku biyar li dijî vîna gelê Kurde û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “DMME piştî 8 salan nû biryar da. Ev biryar di encama bazerên siyasî de hatiye dayîn. Lê em dixwazin bînin ziman ku, êdî tehemûla me nemaya ku dewletên desthilatdar li ser vîna gelê Kurd bazarên xwe yên polîtîk bikin. Bi mîlyonan kes Birêz Ocalan weke vîna xwe qebûl kirine. Ji ber vê biryara DMME mîna duh îro jî li dijî vîna gelê kurd êrîşeke. Tu bingeha hiqûq, mirovî û etîk ên vê biryara DMME tuneye. Divê DMME dimildest dest ji vê biryara xwe ya siyasî û skandal berde.”