Jinê dibêjin ‘wisa naçe, jin destûrê nadin' 2017-09-23 12:12:16   EDENE - Parlamenter û rêveberên jin ên HDP’ê derbarê kampanyaya "Wisa naçe, jin destûr nadin" de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Jin ji bo azadî û pêşeroja xwe biparêzin dê têkoşîna xwe bidomînin."   Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya "Wisa naçe, jin destûr nadin" kampanya dan destpêkirin û heta 25’ê Mijdarê dê bidome. Di çarçoveya kampanyayê de jin piştgiryek mezin didin kampanyayê. Piştî deklerasyona kampanyayê ya li Stenbolê rêveber û parlamenterên HDP’ê dest bi bernameyan kirin û li bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi jinan re tên gel hev. Di bernameyan de polîtîkayên dijminantiyên jinan, qirkirin û têkoşîna jinan tê nîqaşkirin û peyama ‘Emê rejîma faşîzm û yek zilamtiyê rawestîn in" tên dayîn.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de îstîsmar û şîdeta li dijî jin û zarokan zêde bûye û wiha axivî: "Em şîdeta li dijî jinê rawestîn in.  Qezenc, azadî û vîna siyasî ya jinan ji destê wan tê girtin, hewl tê dayîn bê tunekirin. Kampanya me dibêje ‘Wisan naçe, jin destûr nadin’.”   ME JI BO AZADIYÊ GELEK TÊKOŞÎN DA    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca jî anî ziman ku ew ji azadiyê hez dikin û wiha got: "Me ji bo azadiyê gelek têkoşîn û bedel dan. Ji bo serdestiya zilam rewa nebe, me bi dirûşmeya ‘Wisa naçe, jin destûr nadin’ da destpêkirin.”   JIN DÊ PÊŞEROJA XWE BIPARÊZIN   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîrê jî da zanîn ku ewê pêşeroja jinê nekin qurbana hişmendiya tarî û wiha axivî: "Jin dê hem pêşeroj û hem jî azadiya xwe biparêzin. Jiyana me veguhestine tundiyê. Bi taybetî bi pêkanînên dawî re tundî zêdetir bûn. Ji ber vê yekê em dibêjin wisan naçe, jin destûr nadin. Jin wê li her qadê berxwe bidin.”   DÊ JIN HER TIM LI BER XWE BIDIN   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîkliyê jî di axaftina xwe de bi lêv kir ku jin tim li dijî hişmendiya dijminê jinan berxwe didin û wiha  pê de çû: “Divê jin ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Divê jin dest bidin hev û têbikoşin.”   DEMA TÊKBIRINA POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ YE   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî da zanîn ku hîmê esas ê jiyanê jin in û wiha bilêv kir: "Dem dema têkbirina hemû polîtîkayên li dijî jinan e.  Tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe. Em ji bo jiyaneke nû  û azad wê bi hemû jinan re têbikoşin.”   JIN DÊ JI HEMÛ NEHEQIYAN RE BÊJIN ÊDÎ BES E    Parlamentera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku jin destûrê nadin îşkence, zilm û zordariyê. Beştaş da zanîn ku jin wê ji her cureyê newekheviyê re bêjin êdî bes e û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku di civakê de jin herî zêde rastî zextan tên dê bêjin êdî bes e. Ger em li dijî vê yekê dengên xwe bilind bikin, dê ev polîtîka têk biçin."