Bi hatina payîzê re dest bi teşiyê kirin 2017-10-25 09:18:29 WAN – Li gundê Xumar ê navçeya Şaxê, jin bi hatina payîzê re dest bi teşiyê dikin û heta dawiya zivistanê bi bêhna fireh xalîçe, balgî, gore, heybe, çente û hwd. dirêsin.  Li gundê Xumar ê navçeya Şaxê ya Wanê, jin bi hatina payîzê re dest bi karê teşiyê kirin. Jin heta biharê bi bêhna fireh gore, xalîçe, heybe, çente û hwd. dirêsin.    LEPIK, GORE, HEYBE…   Jina bi navê Hatîce Oktay (52), behsa hiriya ku ew havînê diqusînin û dirêsînin kir. Oktay, anî ziman ku dayika wê teşî rê wê daye û ew bi bi benik gore, lepik, heybe, xalîçe û hwd. çê dikin.    GORÊN HIRIYÊ HEM GERM DIKIN HEM JÎ SAXLEM IN    Muhvet Bayik (60) ku tevî Rabia Bartu (65) teşiyê li ser çonga xwe digerîne, anî ziman ku gorê hiriyê yên ew çê dikin zivistanê zaf germ dikin. Bayik, diyar kir ku tevî germiya xwe gorên hiriyê saxlem in jî û wiha got: “Heta ev çand û kevneşopî li cem kurda hebe, dê ev yek bidome.”    MA / Mujdat Can