'Saziyên jinan kirin qurbanê KADEM'ê' 2017-09-23 16:10:33   ÎZMÎR – Parêzer Bîrgul Degîrmencî di 5’emîn Komcivîna Jinan a Herêma Îzmîrê ya TMMOB’ê de diyar kir ku hikûmetê ji bo KADEM’ê birêxistin bike, saziyan jinan girtin.     Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) 5’emîn Komcivîna Jinan a Herêma Îzmîrê bi şîara “Em di OHAL’ê  de jî jin in” li Navenda Mîmarên Îzmîrê li darxist. Jinên Hevparên TMMOB, Seroka Şaxa Odeya Tekstîlê ya Endezyaran a Îzmîrê Esen Leyla Îmren tevli civînê bûn. Piştî axaftina vekirina komcivînê ya Esen Leyla Îmren, Sekretara Koma Xebatkarên Jin a ÎKK a TMMOB a Îzmîrê Dîlek Karabulut pêşkêşî kir.    Karabulut diyar kir ku berê OHAL’ê jin dinava baxçeyên gulan de nedijîn û wiha axivî: “Bi îlankirina OHAL’ê re zextên li ser jinan zêdetir bûn. Hîn zêdetir jin hatin derpkirin û girtin. Wisan bû ku êdî me nekarî cenazeyên xwe jî defin bikin. Ajnasên me hatin girtin. Astengiyên li dijî tecawîz û tacîzan hatin rakirin. Jiyana jinên penaber ji destên wan hatin girtin.”   ‘DIVÊ JIN HUNERÊN XWE PARVE BIKIN’   Prof. Dr. Melek Goregenlî jî diyar kir ku salek zehmet li benda jinaye û wiha axivî: “Bi OHAL’ê re şert û mercên jiyana jinan hîn zehmetir bûn. Heta niha tu OHAL’an evqas jiyana jinan bandor nekiriye. Çardin dixwazin jin ji nedîtive bên dîtin. Li dijî heman dijminî divê em têbikoşin.”    ‘JI BO KADEM’Ê SAZIYÊN JINAN GIRTIN’   Parêzer Bîrgûn Degirmencî di rûniştina komcivîna ya duyemîn de axivî û wiha got: “Darbeya 12’ê Îlonê û ya 15’ê Tîrmehê dişibin hev. Di pêvajoya OHAL’ê de gelek sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Desthilatdariyê bigirtinên saziyên jinan, xwest modela jina ku dixwaze avabike, derxwîne holê. Bi girtinên saziyên jinan xwest rêxistinbûyîna KADEM’ê avabike.” Degîrmencî bal kişand ser yekitiya jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîstî bi avakirina meclisa jinan heye.”   Piştî axaftinan jinan yek bi yek mafê axaftinê girtin û pêşniyarên xwe peşkeş kirin. Bi dehan jinên ku di komcivînê de axivin, diyar kirin ku pêwîstî bi têkoşînek hevpar a jinan heye.    Encamnameya komcivînê dê di rojên bên de bê aşkera kirin.