Onur: Li dijî qanûna miftîtiyan ‘xeta îxbarê’ divê 2017-10-26 09:34:00 STENBOL – Parlementera CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur, pêşnûmaya qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan nirxand û wiha got: “Qanûna miftîtiyê dê pir xerab têxin meriyetê. Em ê bibînin. Divê li hemberî vê jin ‘xeta îxbarê’ çê bikin.”  Çend roj berê pêşnûmaya qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyên navçe û bajaran li Meclîsê hat qebûlkirin. Ji roja ku ev pêşnûma ket rojevê bertek hatin nîşan dan û hîn jî ev bertek didomin. Parlementera CHP’ê ya berê û rojnameger Melda Onur, pêşnûmaya qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan nirxand û anî ziman ku ev qanûna ku îktîdarê ew amade kir û di Meclîsê re derbas bû, xeleka ferasetên rêveberiyên olî ne.    'DERDORA MUHAFEZEKAR JÎ LI DIJÎ VÊ QANÛNÊ YE’    Onur, diyar kir ku tenê derdora laîk ne li dijî vê qanûnê ye, jinên derdorên muhefezekar jî li dijî wê ne. Onur, dest nîşan kir ku dibe ku îro hin kes bi dildarî mara miftîtiyan qebûl bikin, lê belê yên ku dê li wan bê ferzkirin jî dê derdorên muhafezekar bin. Onur, diyar kir ku kesên olê nekiribin perçeyeke jiyana xwe, kesên sekuler, kesên bi olên din bawer dikin dê tercîheke wisa nekin.    PIŞTEVANIYA JINAN DIVÊ   Onur, dest nîşan kir ku dê li Tirkiyeyê marbirîna miftîtiyan bi awayekî nebaş bê bikaranîn û ev tişt gotin: “Wê rêxistinên jin li hemberî vê bitêkoşin. Lê belê li vir a mihîm ew e ku jinên muhafezekar ên li Anatolyayê ye, ku ev yek li wan tê ferzkirin, dengê xwe ragihînin. Heke marbirîna miftîtiyan li jinan bê ferzkirin, divê hay ji vê ferzkirinê hebe. Ji bo vê yekê jî divê hemû jin li hawirdora xwe binerin.”    'DIVÊ XETA ÎXBARÊ BÊ ÇÊKIRIN’    Onur, diyar kir ku li welat herî zêde ji ber olê jin tên mexdûrkirin û dema marbirîna miftîtiyan bê birîn jî dê bi mexdûriyetên cidî re rû bi rû bimînin. Onur, diyar kir ku divê hemû rêxistinên jinan li hemberî polîtîkayên îktîdarê yên armanca wan tunekirina jinê ye bitêkoşin. Onur, got ku divê li hemberî marbirîna miftîtiyan di navbera rêxistinên jinan de xeteke îxbarê bê çêkirin. Onur, anî ziman ku heke ferzkirinek, tiştekî bi darê zorê xwe bide der divê amadekarî hebe û ji ber vê xeta îxbarê girîng e. Onur wiha got: “Çimkî wê qanûna miftîtiyê pir nebaş bê xebitandin. Em ê bibînin. Wê bi destpêkirina vê sepandinê re mexdûriyet zêde bibin. Ji ber vê xeta îxbarê zaf girîng e.”