Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm. 2018-11-19 10:20:49   ÎZMÎR - Aysel Gezgîncî ya rastî êrîşa devkî ya DAIŞ'iyan tê, diyar kir ku tu eleqeya cil û bergan û tundiya li dijî jinê bi hev tune ye û wiha got. "Îro çawa ku jinek servekî li kolanê bigere ewlehiya wê tune ye, jinek sergirtî jî ewlehiya wê tune ye. Ji ber ku ez ebayê li xwe dikim rastî tundiya DAIŞ'ê têm. Ez dê di 25'ê mijdarê de ji bo daxwazên xwe ligel jinan di nava têkoşînê de cih bigirim.    Aysel Gezgîncî ya ligel Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmirê, di nava xebatên partiyê yên li navçeya Bornova de cih digire, rengekî cuda tev li xebatên HDP'ê dike. Gezgîncî, piştî Komkujiya Roboskê, bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmetê dan ji cemaeta olî qut bû û tev li xebatên HDP'ê bû. Gezgîncî, der barê xebanten xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan agahî dan. Gezgîncî, diyar kir ku ji ber ew eba li xwe dike rastî êrîşên devkî yen DAIŞ'iyan tên û wiha got: "Tu eleqeya cil û bergên ku jin li xwe dikin û tundiya li diji jinê bi hev tune ye. Jin rastî cudakariya “servekiri" "û "Sergirtî" tên. Jinên sergirtî jî rastî tundiyê tên. Jinên servekirî jî rastî tundiyê tên. Jinên servekirî çawa li kolanê rastî êrîş û tundiyê tên, yên sergirtî jî rastî heman tundiyê tên. Di nava civakê de azadiya jinan tê sînorkirin. Ji ber ku ebayê li xwe dikim ez rastî gefên DAIŞ'iyan têm. Ji min re dibêjin nezan. Mirov helwestên neyînî nîşan didin. Lê ez bi ken û hezkirin dîsa nêzî wan dibim."    'REWŞEK  BÊ EWLE AVA KIRIN   Gezgîncî, destnîşan kir ku di nava civakêde ji bo ol hişekî wisa hatiye avakirin ku ol ji rengê baweriyê derketiye û wiha got: "Ol xistine xizmeta berjewendiyan. Êdî derew zêde bûne û mafê qûl tê xwarin. Êrîşî azadiya mirovan dikin. tacîz û tecawiz zêde bûye. Kesên vî sûcî dikin nayên cezakirin. Di demên dawî de êdî derketina kolanan zahmet bûye. Em nikarin biçin dikanê jî. Ji ber ku ewlehî nemaye. Jin rastî lêdan û tundiye tê. Di vê pêvajoyê de derûniya min xera dibke. Divê em êdî feraseta 'Mêr e dê bike' Terk bikin. Divê en nebêjin 'Ma ji sîleyekê tiştek dernakeve. Em niha li dijî tundiyê tedikoşin. Em dê her dem li cem bindestan bûn. Bindest û mazlum li ku bin em jî dê li cem wan bin.    'LI DIJÎ BAWERIYÊ JÎ TUNDÎ HEYE'   Gezgcî, da zanîn ku li ser baweriyê jî tundi heye û wiha bi dawî kir: "Divê ol, diyanet û dewlet ji hev cuda bibe. Divê diyanet bê rakirin. Divê elewî, sunî û meshebên din her kes li gorî bawerî û çanda xwe bijîn. Pêxemberan jî gotiye di ol de divê zordarî tune be. Kes bi zorê neçin ser olê din û baweriyên din. Jin ger ku ji ber zextê serê xwe bigire ev tundiya herî mezn e.    EZ DÊ DI 25'Ê MIJDARÊ DE LI QADÊ BIM   25'ê mijdarê nêzîk dibe. Ji bo 25'ê Mijdarê em bang li jinan dikin. Em dê li qadan bin. Ji bo tevlêbûna 25'ê mijarê em li hev kom dibin. Em li ser wate û girîngiya 25'ê mijdarê diaxivin. Wekî her sal îsal jî ez dê di 25'ê mijdarê de li qadê  bim.    MA / Ayşe Surme