Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan 2018-11-20 09:15:52 DERSIM - Platforma Jinê ya Dersimê daxuyand ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li hemberî şidet û çewisandinê dakevin qadan.  Li çar aliyên cîhanê jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Jinê ya Navnetewî amadekariyan dikin. Di vê çarçoveyê de li Dersimê jî jin madekariyên xwe dikin. Platforma Jinê ya Dersimê jî daxuyand ku ew ê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Wê platform roja çarşemê kartan ji jinên girtî re bişîne û roja şemiyê jî bi sernavê "Em têkoşîna li hemberî xizanî û bêewlehiyê û şidetê nîqaş dikin" panelekê li dar bixe û di 25'ê Mijdarê jî bi awayekî girseyî daxuyaniyê bide.    Endama Platforma Jinê ya Dersimê û Seroka Komeleya Piştavaniya Ji Bo Jinê ya Yenîgunê Fîdan Demîr, diyar kir ku betalî û xizanî bi awayekî zêde tesîrê li jinan dike û ev yek bi krîza aborî zêdetir bûye. Demîr, anî ziman ku li Dersimê ji bo jinan derfetên kar tune ye û li fabrîkayên tekstîlê yên hative vekirin jî jinê wekş koleyan tên xebitandin.    Demîr, destnîşan kir ku li Dersimê ji sedî 70'yê jinan bi şidetê re rû bi rû dimînin. Demîr, anî ziman ku ev şideta têkirin şideta ser wê girtiye û ji bo ev yek derkeve holê ew pêwendiyê bi jinan re datînin. Demîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê tevahiya civakê tê çewisandin, lê belê herî zêde jin bi zext û zroiyan re rû bi rû dimînin.    LI DIJÎ ÇEWISANDIN Û ŞIDETÊ BER BI QADAN VE    Demîr, diyar kir ku jin bi serwextbûyînê dê karibin ji derheqê şidetê derkevin. Demîr, bilêv kir ku li Dersimê bi taybetî polîtîkayên li hemberî jinan tên meşandin û di bin navê îstihdamê de jin tên kolekirin. Demîr, diyar kir ku li hemberî polîtîkayên tirs, çewisandin û şidetê wê jin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û ji bo vê bang li hemû jinan kir.    MA / Semra Turan