Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im 2018-11-20 12:33:20   ENQERE - Aktîvîsta jin Masih Alînejad li Îranê bi porê vekirî wêne kişand û tevgera #MyStealthyFreedom da destpêkirin. Alinejad, diyar kir ku li Îranê jinbûn tê wateya ku rojane li dijî zagonan be û wiha got: “Li gorî Rejîma Îrane ez sucdarek har im. Ji ber ku ez bêtir jin im. "    Aktîvîsta jin Masih Alinejad, di temenê ciwan de bi armanca li dijî tundiya Rejîma Îranê ya li dijî jinan, dest bi têkoşînê kir. Di sala 1994'an de ji ber belavok belav kir ji bo demek kin hat girtin. Di 2001'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Bi gotina wê “Bû striyê Îranê' Alinejad, di vê pêvajoyê de, di televîzyona dewleta Îranê de tacîza pêşkêşvanekî ya li dijî rojnamegerên jin îfşa kir. Bi dayikên 57 kesên di pêvajoya Tevgera Kesk de hatin kuştin yek bi yek roportaj kir. Piştre Rejîma Îranê her ku çû rê li pêşiya wê teng kir. Alînejad bi gotina "Me li dijî perçeyekî pot/qumaş şer nedaye destpêkirin. Me ji bo rûmet û nasnameya xwe şer da destpêkirin" û di 2009'an de neçar ma derkeve dervê welat û ji bo bibe dengê jinên Îranî têkoşiya. Dema Alînejad li sirgûnê bû, wêneyekî wê yê servekirî û por bedayî li ser medya civaki hat parvekirin. Ev yek bû sedema "Tevgera Azadiya Rêxistina Min a Bi Dizî" Alînejad got  “Parê min gelek salan di destê rejima Îrane de dîl hat girtin." Alînejad di van salan de pirtûka "The Wind in My Hair/ Payê di nava porê min de" nivisand.     Masîh Alinejad, pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand û diyar kir ku pişti kamil bû û şûnde ji bo Rêveberiya Ayetullah bû sitiriyek û wiha got: "Hêj 19 salî bûm, ji ber ez tev li çalakiya li diji hikûmetê bûm, ez hatim girtin. Bêyî sucdarî ez demek kurt hatim girtin. Piştre hatim berdan. Ger ku zanibûya dê peşeroja min wisa be, li şûna min berde dê ez darvekiribûma."    Masîh Alînejad, qala kampanya #MyStealthyFreedom (Azadiya Min a Veşarî) #MyForbiddenSong (Strana min a Qedexe) û #Whitewednesdays (ÇarşemaSpî) kir û wiha got: "Kampanya #MyStealthyFreedom di sala 2014'an de dema min porê xwe yê ber bi bayê de berdabû û xistibû Facebook’ê dest pê kir. Li bin wêne nivîsên ku bêrîkirinia jinên îranê tama azadiya li Rojava derdixin nivisandin. Min jî diyar kir ku ew jî dikarin heman azadiyê bijîn. Min  piştre dema li Îranê min maşîne diajot û wêneyekî ku servekirî min parve kir. Piştî demek kin rûpela min a Facebook bi heman jinên ku di qada cemaweriyêde porê xwe vekirine û wêne kijandine tije bû. Vê kampanya wisa dest pê kir. Piştre înîsiyaitfên #MyForbiddenSong hatin vekirin. Ev kampanya ji vîdeoyên jinên ku stranên di nava civakê de li wan hatibû qedexekirin pêk dihat. Ji bo jinên ku serxêlîkirin li wan ferz kirin û nexwestin serê xwe bigirin, me kampanya #WhiteWednesday da destpêkirin. Me ji bo jinên ku roja çarşemê sergirtin li wan hat ferzkirin pêşniyar kir ku roja çarşemêxêliyên spî bidin serê xwe."    AIînejad, anî ziman ku kampanya bê kontrol mezin bû û wiha got: "Jinên Îranî li kolanan bi awayekî servekiri vîdeo kişandin û ji min re şandin. Piştre li kolana girseyî ya Vida Movahedî jinek serxêliya xwe bi serê darekê vekirîbû û li ser panoya ceyranê liba dikir ji min re şand. Bi vê yekê kampanya #GirlsOfRevolutionStreet dest pê kir.  Vida Roja Çarşema Spî derket sek panoyê û serxêliya xwe ya spî li ba kir. Ev bû tevgerek û mezin bû. Di nava 4 salan te ev çalakî pir mezin bû. Niha jin li kolanên Îranê servekirî dikarin bigerin. Ev jî halê dawî yê My Stealthy Freedom #WalkingUnveiled bû.    Alinejad, da zanîn ku ne girêdayî tu komên polîtîk e û wiha lê zêde kir: "Ez bawer dikim ku ol û dewlet ji hev cuda bin. Ez ne li dijî ol im. Ji malbata me gelek oldar hene. Divê em pergala siyaseta laik de bijîn. Divê mafê mirovên oldar bê parastin. Divê mirov bi awayekî hevseng û wekhev bi hevre bijîn. Li Îranê jinek hevserê xwe berde pir zahmet e. Ji ber gotina mêrekî ji qîmetê gotina du jinan zêdetir e. Yanî olê îslamê li Îranê li dijî mafê jinê pêş dikeve.  Hemû rêveberên ku ol esas digirin her dem jinê wekî çîna duyemîn digirin dest. "   HER ÇEND LI ÎRANÊ NEJÎM JÎ ÎRAN HER ROJ BI MEN RE DIJΠ   Alînejad bal kişand jiyana sirgûniyê û wiha got: "Jiyana mişextiyê hêdî hêdî mirov dikuje. Ez her çend li Îranê nejîm jî Îran her roj bi min re dijî. Ji ber ku ez ne li Îranê me ez dikarim azad bifikirim û bêjim. Azadiya raman û axaftinê da min. Ez bûm dengê jinên li Îranê dengê wan hat qutkirin. Lê dîsa nikarim malbata xwe bibinim. Tevî her tiştî jiyana mişaxtiyê zor e. Niha li Îranê ceza kêm in û cezayê karmeçiyan heye. Di demên dawî de wekî Yasaman Aryaei gelek jinên ku xêlî nedan serê xwe bi salan hatin cezakirin. Cezayê girtîgehê li dijî zagonên Dewleta Îslam e. Lê dîsa vî hukmî bi zorê li ser jinan ferz dikin. Li gori daneyên Serokê Hêzên Ewlehiya Neteweyî Esmail Ahmadî- Moghaddam, tenê di sala 2014'an de der barê 3.6 milyon jinan de lêpirsîn hat vekirin. Hatin hişyarkirin û cezayê pereyan li wan birî. Dîsa ji aliyê polîsên sincî ve ji ber cilên wan hatin girtin. Di çalakiya serxêliyê de gelek mêr jî piştgirî dan. Ji bo mêran jî tev li çalakiyê bikin me kampanya #ManInHijab da destpêkirin. Wan jî li ser înternetê wêneyê serbixêli parvek irin. Kampanya pir bi lez belav bû û mezin bû.    JINÊN ÎRANÎ BI WÊREKÎ TÊDIKOŞIN   Alînejad, bal kişand ser têkoşîna jinên Îranî û wiha got: "Jinên Îranî li dijî rejîma Îranê bi salan in bi wêrekî têdikoşin. Di gelek qadên jiyanê de têdikoşin. Ji bo edalet û wekheviyê ji çalakiyên biçûk heta çalakiyên girseyî di nava çalakiyan de cih digirin. Armanca kampanya me deng û mafê ji destê jinê hatiye girtin dîsa bê dayîn. Piştî di sala 2014'an de me ev kampanya da destpêkirin me gelek rê li pişt xwe hişt.  Kampanya me ya dawî #MyCameraIsMyWeapon nîşan da ku jinên Îranî dikarin xwe biguherîn û dikarin bibin xwedî vîn û biryar. Tacîza dewletê dixin vîdeoyê û ji me re dişînin. Em jî li cîhanê belav dikin. Li Tirkiye jî em dibînin ku hewldana îslamîbûnê pêş dikeve. Em dizanin ku Tirkiye demê dijwar dijî. Divê jinên Tirkiye dersa berxwedanê ya jinên Îranî qet ji bîr nekin û bernedin.    MA / Gozde Çagri Ozkose