Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin 2018-11-21 09:18:29 MANÎSA - Li Manîsayê jinên ji bo keyatiyê bûn bernamzet, diyar kirin ku ew ê di 25'ê Mijdarê de ber bi Qada Kolanê ve bimeşin û gotin: "Em ê li dijî krîza aborî, şidet û xizaniyê bi hev re tev bigerin û têbikoşin."  Meclîsa Jina ya Manîsayê, ji bo hilbijartina herêmî xebatên xwe didomîne. Meclîsê ji bi taxên navendî û 7 taxên navçeya Şehzadelerê ji bo keyatiyê 7 jin wekî namzet nîşan dan. Namzetên keyatiyê anîn ziman ku ew ê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê tevî jinên taxan dakevin qadan.    Namzeta keyatiyê ya Taxa Ûncûbozkoyê Hayriye Çelîk, diyar kir ku li taxa wan avahiya keyatiyê ye, lê belê ne çalak e. Çelîk got: "Avahiya keyatiyê cihekî mezin e. Ger bibim keya em ê li avahiyê di warê zayendiya civakî de perwerdehiyê bidin. Wekî li her qadê jin li taxê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Sedemeke em di bin banê meclîsa jinan hatin cem hev û me ji bo keyayên jin rêxistinbûyîna xwe kir jî ev e. Wê bi vî awayî jin tim ne li malê bin, wê tim xwarinê çênekin û li zarokên xwe nenêrin. Ji bo bi şideta hevjîn û birayên xwe re rû bi rû nemînin em ê bîrdoziya xwe vebêjin. Divê tu jin li ber şidetê bêdeng nemîne. Her wiha wexta bi şidetê re rû bi rû bimînin em ê giliyê kesên şidetê dikin bikin. Em ê hemû pêdiviyên wan bi cih bînin."    Çelîk, diyar kir ku tu jin şidetê heq nake û got: "Çimkî li her qadê keda jinê heye. Em ê jî li taxa xwe destûra şidetê nedin. Em ê di 25'ê Mijdarê de careke din dakevin qadan û biqîrin."    'LI TAXAN MECLÎSÊN JINAN'    Namzeta keyatiyê ya Taxa Yarhasanlarê Bîlgen Yavûz jî, anî ziman ku ew ê li her qadê "Meclîsên Jinan" ava bikin. Yavûz, diyar kir ku ew ê ji bo jinan qadên îstihdamê peyda bikin û got: "Armanca rêxistinbûyîna keyayên jin a di bin banê Meclîsa Jina de, xilaskirina jinên di nav jiyanê de hatine asêkirin. Li Taxê gelek jin bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Nikarin pirsgirêkên xwe ji keyayên mêr re bêjin. Çimkî yê şidetê û çewisandinê de zilam e. Ma wê çawa ji zilamekî re vebêje? Em di pergaleke serdestiya zilam de dijîn. Heta niha jinan çi xwestibe kiriye. Li her qaadê têdikoşin. Jin dikarin her tiştî bikin. Gelek jin tên cem me û doza alîkariyê dikin. Em hemêza xwe ji bo hemû jinan vedikin."    PLANSAZIYA 25'Ê MIJDARÊ    Yavûz ji bo 25'ê Mijdarê jî got: "Em ê wek Platforma Jinê ya Manîsayê meşekê li dar bixin. Em ê roja yekşemê saet di 11'an de li Qada Sûltanê bicivin û ber bi Qada Komarê ve bimeşin. Em ê di 25'ê Mijdarê de li pişt pankarta li ser 'Em ê li hemberî krîza aborî, şidet û xizaniyê bi hev re tev bigerin û bitêkoşin' nivîsandî bên cem hevdu.    MA / Ayşe Surme