Kaya: Tundiya li dijî jinan polîtîk e 2018-11-22 10:39:49 STENBOL - Xwişka Pinar Gamsiz a li malê bi guleya polîsan hat kuştin, Asiye Kaya, diyar kir ku her jinek tê kuştin ew dîsa êşa xwişka xwe hîs dike û wiha got: "Divê her kes li dijî jinên tên kuştin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."   Li taxa Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê di 15'ê Gulana 2016’an de dema polisan li der û dorê gule reşandin dayika 3 zarokan Pinar Gemsiz li malê bi guleya polisan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê kuştina Gamsiz de piştî 2 salan di Gulanê de diyar kir ku di Biryara Lêgerîna Daîmî de kujer nehat tespîtkirin. Dozger di 11'ê Çile de di Biryara Lêgerina Daîmî de mexdûr Hevjînê Pinar Gemsiz a hat kuştin Yaşar Gemsiz nîşan da. Dozger wekî kesên şikdar tu kes nîşan neda. Lê di sucdariyê de "Endamtiya rêxistina çekdar" û "Bi çeka bê ruhset gule kirîye." û "Bûye sedema kuştina bi zanebûn" nîşan da. Dozger dema pêvajoya biryarê 15 sal nîşan dan. Dozger dîroka dembariya biryarê heta 15'ê Gulana 2031'an nîşan da. Dozger dîsa di biryarê de îdîa kir ku guleya Gemsîz kuştiye ne diyar e ji ku û ji aliyê kê ve hatiye.    Malbata Gamsiz, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya diijberî Jinê bal kişand ser pêvajoya hiqûqê û tundiya li dijî jinan. Xwişka Gemsîz Yeter Naz, diyar kir ku kuştina Gamsiz zagonbûna OHAL'ê û bandora şerê li dijî Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bû û wiha got: "Pinar Gemsiz li cihê herî ku xwe di ewlehiyê de dibîne li mala xwe hat kuştin. Rastî tundiya dewletê hat. Pınar hundirê malê cihê herî ewle difikirî. Lê me dît ku dikarin bêyî rîstê bidin ber çavan dikarin tundiyê du hindirê malê de jî pêk bînin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiye ewlehiya tu kesî tune ye. Ji ber vê yekê bi taybeti divê jin li diji hemû cureyên tundiyê rawestin. Ji ber ku di hemû tundiyan de hedef ewil jin in. Divê jin bêtir dengê xwe bilind bikin û bi hevre têbikoşin. Dewlet di nêzîkatiya li dijî tundiya jinan de bi çavê zayendiyê nêzîk dibe. Polîs û mêr ji vê helwesta dewletê hêzê digirin û bêtir tundiya li dijî jinê zêde dikin.    'TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E'    Xwişka Pinar Gamsiz a din Asiye Kaya jî diyar kir ku tundî, cînayet, tacîz û destdirêjiyên li dijî jinê polîtîk in û wiha got: "Em bi salan in li Taxa Gazî dijîn. Em bi dehan caran bûn şahidê tundiya dewletê. Tişta ku hat serê xwişka min temê mînakek vê tundiyê ye. Niha der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Dewlet hewl dide dundiya xwe veşêre. Lê çi dibe bila bibe em şopa vê dozê bernadin. Bila Pınarên din neyên kuştin. Dewlet çiqas kujer veşêre jî gel dê hesabê vê yekê bipirse. Em bang li hemû jinan dikin ku em ji bo hemû jinên hatin kuştin li qadan bin. Niha nefesa me li me dikin jahr. Her ku cînayetek pêk tê em wê jahrê dîsa dikişinin kezeba xwe. Her jinek tê kuştin em wê êşê dubare dijîn. Ji bo em êşan nejîn divê di 25'ê mijdarê de ji bo em bibin dengê hemû jinên hatin kuştin em li qadan dengê xwe bilind bikin.    Bav Hamza Kaya jî ani ziman ku ew tenê edaletê dixwazin û dixwazin kujer bên dîtin û darizandin.