Platforma Jinan a Axtamarayê banga 25’ê Mijdarê kir 2018-11-22 12:33:01   WAN – Platforma Jinan a Axtamarayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya xwe aşkere kir û bi şîara “Em li dijî şideta we ya mêrantî bêdeng nabin. Em di têkoşîna rêxistinkirî de tên ba hev” hemû jinan vexwendin qadan.    Platforma Jinan a Axtamarayê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinan a Navnetewî civînek li dar xist û bernameya xwe aşkere kir. Platformê li avahiya KESK’ê ya Wanê civîn li dar xist û gelek jin beşdar bûn. Endama Platformê Dîlan Yildiz daxuyanî da û bal kişand ser naveroka roja 25’ê Mijdarê û got şideta li dijî jinan pêk tê polîtîk e. Yildiz da zanîn ku ew bi şîara ““Em li dijî şideta we ya mêrantî bêdeng nabin. Em di têkoşîna rêxistinkirî de tên ba hev” hemû jinan vedixwînin qadan.    Bernameya Platformê wiha ye:    "* Di 23’ê mijdarê de saet li 10.00’an dê li postexaneya navendî kartan ji jinên girtî re bişînin. Saet di 11.00’an de dê gora jinên hatine qetilkirin ziyaret bikin. Saet di 15.00’an de li Salona Şanoya Mencel dê fîlma jinan bê pêşandan.    * Di 24’ê mijdarê de saet li 11.00’an belavok bên belavkirin. Saet di 13.00’an de li salona KESK’ê ya Wanê pêşengeha jinên hatine kuştin û panel bê lidarxistin.    * Di 25’ê Mijdarê de saet di 12.00’an de li ber Navenda Kar a Perîhan jin li hev kom bibin û heta Parka Mûsa Anter meş li dar bixin û li ber parke daxuyaniya çapemeniyê pêk bînin.”