Li Mêrsînê jin wê li hemberî şidetê dakevin qadan 2018-11-23 09:20:09 MÊRSÎN - Jinên li Mêrsînê bi dirûşmeya "Li hember şideta zilam em ê bêdeng nebin, em dev ji mafên xwe bernadin" ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan û bibin yek.  Wê li Mêrsînê jin bi dirûşmeya "Li hember şideta zilam em ê bêdeng nebin, em dev ji mafên xwe bernadin" di 25'ê Mijdarê Roja Jinê ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê dakevin qadan.    Endama Platforma Jinê ya Mêrsînê Aynûr Şahîn, destnîşan kir ku şideta li hemberî jinê her diçe zêde dibe. Şahîn, bilêv kir ku bi taybetî di 15 salên dawî de şidet zêdetir bûye û wekî sedem jî polîtîkayên îktîdarê nîşan da. Şahîn anî ziman ku îktîdara AKP'ê ji jinan ditirse û got: "Jinan tim û tim li hemberî neheqî û zilmê serî rakirine. Di vê serdemê de jî herî bêtir jin dengê xwe bilind dikin. Hikûmet jî ji bo dengê jinan bitepisîne şidetê dixe dewrê. Hem şideta polîtîk pêk tîne hem jî rê li ber qanûnên heyî digire û bi vê şidetê zêdetir dike."    Şahîn li hemberî polîtîkayên îktîdarê ji bo yekîtiyê bang li hemû jina kir û hemû jinan vexwend meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Şahîn destnîşan kir ku wexta ew bibin yek ew ê hêzdartir bibin.    Rêvebira HDP'a Mêrsînê Berçem Atay jî, destnîşan kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li hemberî her cure newekheviyê, şidetê bitêkoşin û ji bo têkoşîna li hemberî şidet û tacizê bang li hemû jinan kir.    Berdevka Komeleya Muamma LGBTÎ+ Arîfe Akbûlût jî destnîşan kir ku li hemberî şidetê ew hem xwe diparêzin hem jî ji bo parastinê polîtîkayan hildiberînin. Akbûlût, bilêv kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan gotina xwe bibêjin û got: "Şideta li hemberî LGBTÎ'yan û şideta li hemberî jin û zarokan heman tişt e. Em behsa pergaleke kapîtalîst û zilam dikin. Em bi feraseteke ku kesên ne ji wan bin pê dikin re rû bir û dimînin. Em li gelek qadên jiyanê dibin muxatabê şidetê. Li hemberî vê em tên gel hev û bi piştevaniyê tev digerin." Akbûlût ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir.