'Em dixwazin gotina xwe bêjin û li gorî ruhê jinê bijîn' 2018-11-23 09:21:35 ÎDIR – Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, anî ziman ku jin ji bo jiyanê veguherînin têdikoşin, lê belê tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Onder got: "Ji bo em di civakê de, li mal û di siyasetê de bibin xwedîgotin têdikoşin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin û li gorî ruhê jinê bijîn."  Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin têkoşîna jinan a di çarçoveya 25'ê Mijdarê de nirxand. Onder, bilêv kir ku di dîrokê de tim û tim têkoşîna jinan bi astengiyan re rû bi rû maye û jin hem li malê hem jî ji aliyê dewletê ve bi çewandinan re rû bi rû mane. Onder got: "Jin diaxive, jina derdikeve pêş û di warê hiyerarşîk de ber bi cihekî ve diçe tim wekî tehdît hatiey dîtin. Bi feraseta 'cihê jinê mala wê ye û divê li zarokê xwe binere' nêzî jinê bûne. Jixwe polîtîkayên di demên dawî de jinê bi temamî hepsî malê dikin. Ji bo ev yek ji holê rabibe em têdidkoşin. Di nav siyasetê de jî em li hemberî zilamê serdest û dewletê têdikoşin. Ji bo em di civakê de, li mal û di siyasetê de bibin xwedîgotin têdikoşin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin û li gorî ruhê jinê bijîn."    DI SIYASETÊ DE QEDEXE HENE    Onder, diyar kir ku ew di serdemeke ku şideta li hemberî jinê zêde bûye 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin û bal kişand ser siyasetmedarên jin ên di girtîgehan de. Onder, bilêv kir ku di warê siyasetê de jî jin tim bi qedexeyan re rû bi rû dimînin û got: "Parlementerên me hatin girtin. Wexta qeyûm tayînî şaredariyên me hatin girtin ewilî hevşaredarên jin hedef hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Girtîgeha Sîncanê kirin girtîgeheke ku ji hevşaredarên me pêk tê. Di asasê evan çewisandinan de tunekirina destkeftiyên jinan heye." Onder, destnîşan kir ku lê belê jin ji bo nirxên baweriya xwe pê anîne xwedî vîneke ku dikarin hemû jiyana xwe di oxira wê de feda bikin û têkoşîna jinê jî ji bo veguherandina civakê ye, loma hedef tên girtin.    HER DER QADA TÊKOŞÎNÊ YE    Onder got: "Parlementera gel Leyla Guven niha di girtîgehê de ye. Li Meclîsê di dema hevdîtinên ji bo budçeyê de ji parlementera me Ebrû Gunayê re gotin 'tu provakator î, tu yê bibînî.' Berê jî bi vî awayî êrîşî hevşaredarê me yê giştî kirin. Bi vê dixwazin têkoşîna jinê kurd lawaz bikin. Hevalên me yên der barê jinan de xwedîgotin in û têkoşîna jinan bilind dikin girtî ne. Dixwazin girtîgehê wekî amûreke tirsandinê bi kar bînin, lê têkoşîna jinê wekî şelmaqekê tê ser çavên wan. Di girtîgehê de Gultan Kişanak pirtûk nivîsand û Leyla Guven jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev ji bo vê mînakên herî xweş in."    Onder ji bo 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir.