‘Ji bo jin hêzdartir bibin pêdivî bi sererastkirinên nû heye' 2018-11-23 09:22:58 ÎZMÎR - Parêzer Sena Yazibagli Gul bal kişand ser kêmasî û çewtiya qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê û got: "Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike."  Li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên 2018'an de 363 jin hatin kuştin. Parêzer Sena Yazibagli Gul bal kişand ser kêmasî û çewtiya qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê û got: "Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike."    'BI VEKIRINA MALÊN HÊWIRANDINÊ RÊ LI BER ŞIDETÊ NAYÊ GIRTIN'    Gul, diyar kir ku her roj jin ji aliyê zilaman ve bi şideta derûnî re rû bi rû dimînin, lê belê divê jin jî hay ji hêza xwe çêbibin. Gul got: "Hikûmeta heyî bi vekirina malên hêwirgehî nikare rê li ber şideta li hemberî jinê bigire. Wexta jin bi şidetê re rû bi rû dimînin hikûmet cihekî kê karibin lê bihêwirin nîşan dide. Heta vê yekê dike, divê polîtîkayên rê li ber şidetê digirin çêbike. Divê hikûmet ji bo jinan hem di warê civakî hem jî di warê aborî de hin sererastkirinan çêbike. Ne komîsyonên rê li ber devjihevberdanê digirin, divê sererastkirinên hebûna jinê xurtir bikin bên çêkirin. Niha ji bo nafaqayê hin sererastkirin tên çêkirin. Doz û dadgehên di warê şideta jinê de li holê ne. Ji bo zilamên şidetê li jinan dikin bi 'tehrîkkirina bêmaf' cezayê wan tê daxistin." Gul, destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya vî welatî, rolên zayendiya civakiyî ne û kesên berekesî ve tev digerin hemû mexdûrên nefretê ne.    Gul, destnîşan kir ku li gorî maddeya 10'emîn a Qanûna Bingehşn herkes wekî hev e û divê dewlet ne polîtîkayên tenê li ser ziman, divê polîtîkayên emelê wan hene çêbike. Gul, diyar kir ku li Tirkiyeyê qanûnên heyî yên der barê şideta li hemberî jinê de kêm û çewt in û ji bo dawî li şidetê bê pêdivî bi hin sererastkirinên nû heye.